'Tirkiye şerê ragihandina azad û jinên têkoşer dike'

Rojnameger Sorgul Şêxo got: “Desthilatdariya Tirkiyê şerê li dijî ragihandina azad û rojnamegerên jin didomîn e.” Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Muna Ebdulselam jî got: “Sûcên ku Tirkiye û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin, di çarçoveya sûcên şer û sûcên mirovî de ne. Divê rêxistinên têkildar çavê xwe li van sûcan negirin.”

Desthilatdariya Tirkiyê polîtîkeyên xwe yên binçavkirinê li dijî siyasetmedar, rojnameger û dezgehên ragihandina azad a ku siyasetên hikumeta  AKP û serokê wê Erdogan eşkere dikin, didomîne.

Dewleta Tirk di van siyasetên xwe de di serî de jinên ku ji bo azadî û pêkanîna demokrasiyê têdikoşin dike hedef. Desthilatdariya Tirkiyê ji bo serweriya xwe li ser jinên rêxistinkirî ferz bike û dengê wê bisekinîne, sûcên derexlaqî pêk tîne.

Di rojên dawî de operasyonên binçavkirinê li dijî jinên siyasetmedar, rewşenbîr û rojnameger meşandin, bi zarokan wan re girtin. Di nav de rojnamevaneke Ajansa Nûçeyan a Jinê (Jin News) jî hebû.

Girêdayî mijarê rojnameger a xebatkara Ajansa Nûçeyan a Jinê (Jin-News) Sorgul Şêxo bi bîr xist ku desthildariya Tirkiyê biryara girtina 33 jinên di warê siyasî, ragihandin û hiqûqî de kar dikin, girtin.

Sorgul got: “Li Amedê 22 kes hatin girtin. Ji wan;  berdevka Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokan, berdevka Platforma Mezopotamya ya Jinên Rojnamevan, edîtora ajansa Jin News`ê Ayşe Gunay, endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şaredariya Baglar Banayîr Çelîk û Helîma Bayram û du rojnamevanên Ajansa Nûçeyan a Jin (Jin-News) girtin. Ev ne cara yekemîn e ku Tirkiye jinên rojnameger dike hedef û bê sebeb wan binçav dike. Sebeb ew e ji ber ku rastiya ku li welat derdixînin û bi rêya giştî re parve dikin."

Sorgul diyar kir ku saziyên ragihandinê bi hemû cûreyên xwe rûxsetkirî ne, tu guneh an sûc nekirin û wiha pêde çû: “Ew sazî erka xwe ya mirovî û exlaqî pêk tînin û rûyê rast ê hikumetên desthilatdar û rewşa herêmê bi dîtbarî eşkere dikin. Desthilatdariya Tirkiyê bi şerê xwe yê li dijî ragihandina azad, bi taybet ên mijarên azadiya jinan eleqedar dibin tê naskirin. Hewl dide her dezgeheke ku di vî warê de dixebite bisekinîne ji bo nehêlin rastiya siyasetên wê yên faşîst û mêtîngerî eşkere nebin.”

Rojnameger  Sorgul Şêxo di dawiya axaftina xwe de got: “Em şopandarên xeta rojnamegerê ku di oxira ragihandina dengê gelê xwe ji raya giştî ya cîhanê re canê xwe dane, ne. Berdêl çi dibe bila bibe ji kişandina wêneyekê an dîmenekî ku rastiyê derxîne em ê  canê xwe deynin ser."

Endama Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan Muna Ebdulselam jî got: “Sedema sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinan ew e ku tirs û terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bike, destkeftiyên jinên azad li Rojava bi destxistine têk bibin.”

Muna Ebdulselam sûcên ku Tirkiyê û çeteyên wê li herêmên dagirkirî pêk tînin bi sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bi nav kir.

Têkildarî binpêkirinên li dijî jinên siyasetmedar û rojnameger ên li bakurê Kurdistanê hatine girtin, Muna wiha axivî: “Hikumeta Tirkiyê bi armanca ku jinên têkoşer bitirsîne û nehêle jin bighêjin azadiya xwe van siyasetên qirêj dide meşandin.”

Muna Ebdulselam bang li hemû rêxistinên têkildarî mafên jin û zarokan kir erkên xwe yên li hemberî sûcên desthilatdariya Tirkiyê çavên xwe negirin.

ANHA


Mijarên Din