‘Tirkiye, Rûsya û Îran hewl didin Sûriyê parçe bikin‘

Cîgirê serokê Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb destnîşan kir ku projeya Rêveberiya Xweser û Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo parastina herêmê ye. Her wiha diyar kir ku “dewletên garantor” dixwazin Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe parçe bikin.

Piştî civîna sêalî ya lîderên Rûsya, Tirkiye û Îranê ku dibêjin ew parastina serweriya dewleta Sûriyê û yekitiya xaka wê dikin û "parçebûnê" red dikin, cîgirê Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hikmet Hebîb got ew dewlet ji pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyê dûr in.

Hebîb ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku MSD dibîne ku bi civînên Astanayê hewl didin berjewendiyên dewletên dûrî pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyê pêk bînin.

Hebîb wiha got: "Projeya Rêveberiya Xweser û MSD`ê projeyeke pratîk e û ji bo parastina herêmê ye. QSD`ê ku zarokên herêmê ne, terorîst têk birin."

Hikmet Hebîb der barê daxuyaniyên “dewletên garantor ên Astanayê” de got ew li gorî berjewendiyên xwe tev digerin û dûrî berjewendiyên gelê Sûriyê ne ku dixwazin Sûriyeke demokratîk û nenavendî were avakirin.

Her wiha Hikmet Hebîb diyar kir ku ew dewlet bi rêya berjewendiyên xwe yên taybet hewl didin Sûriyê parçe bikin, Rûsya li ser erdnîgariyeke diyar heye, her wiha Îran jî li cihekî heye û Tirkiye jî guhertina demografîk pêk tîne û bi hincetên derew gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne.

Hebîb destnîşan kir ku tevî lihevkirinê ku der barê "parastina sînor" de çêbûne, lê dewleta Tirk hewl dide serdema Osmanî bi rêya pêkanîna Mîsaqî Millî vejîne.

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de got ew hewl didin komîteya destûrî ji gelê Sûriyê bi rêya kongreya neteweyî ava bikin û gelê Sûriyê destûrê çêke, ne dewletên ku dixwazin li gorî berjewendiyên xwe destûrê çêkin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din