Tirkiye, parçekirina Sûriyê didomîne

Artêşa dagirker a Tirk, di lêkirina dîwarê parçekirina kantonên Şehbayê û Efrînê, ji Sûriyê didomîne. Dîwarê ku ev 6 mehane tê lêkirin, 3 hezar û 600 m ye.

Artêşa Tirk a dagirker ji meha Nîsanê ve, diwarê parçekirinê li kantona Efrînê, lê dike.

Artêşa Tirk a dagirker di saetên derengiya şevê de, dîwar lêdike. Dîwar ji gundê Cilbirê heta Basilê hatiye lêkirin. Li aliyekî din jî ji gundê Mêremîn ê navçeya Şera heta sînorê gundên navçeya Şêrawa, dîwar lêdike.

Dirêjahiya dîwarê ku ji 6 mehan va tê lêkirin, 3 hezar û 600 m ye.

Di vê çarçoveyê de berdevka Jinan a Meclisa Efrînê Zeyneb Qasim îşaret pê kir û wiha got: "Dagirkeriya Tirk di lêkirina dîwarê parçekirinê ya bi armanca qutkirina bajarê Efrînê ji xaka Sûriyê de, berdewam e. Dewleta Tirk dixwaze Efrînê tevlî Tirkiyê bike û xewnên Osmaniyan ji nû ve li herêmê vejîne.”

 Zeyneb got: “Heta ku em vegerin Efrînê, em ê berxwedana xwe bidomînin.”

 (fr/bm)

ANHA


Mijarên Din