‘Tirkiye nizane ku vîna gelê Kurd xurt e’

Hejmareke koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin destnîşan kirin ku rizgarkirina xaka Sûriyê tenê bi berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk pêkan e. Jineke Efrînî jî got: "Tirkiye dixwaze îradeya Kurdan li Heftenînê têk bibe, lê ew nizane ku vîna gelê Kurd xurt e."

Dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî cografiya Kurdistanê û bi taybetî Başûr û Rojavayê Kurdistanê, pêk tîne û gund û herêmên Kurdan dike hedef. Tirkiye bi vê yekê hewl dide herêmên dagirkeriya xwe berfireh bike, lê belê gelê Kurd û parêzvanên xakê berxwedaneke bêhempa nîşan didin.

Di vê derbarê de, koçberên Efrînî yên li Şehbayê dimînin piştrast kirin ku Tirkiyê heman siyaseta Osmaniyan dimeşîne, hewl dide herêmên din dagir bike û gelê Kurd qir bike. Li hemberî van sûcan qada navneteweyî bêdeng e.

Nadiye Mihemed wiha got: "Em ji ber dagirkeriya Tirk û sûcên wê der heqê me de, ji Efrînê koçber bûn û me berê xwe da Kampa Berxwedan a li kantona Şehbayê."

Nadiye wiha domand: "Em bêdengiya navneteweyî li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar dikin. Heta vegera Efrînê, em ê li ber xwe bidin. Hêzên gerîla ku li Heftenînê bersiva êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyê didin, pêşengên me ne. Ev serkeftin rêya rizgarbûna ji dagirkeriyê ne."

Koçberê bi navê Nizmî Bayrem jî got: "Dewleta Tirk ji sala 1920`an ve û heta niha, hewl dide Efrînê tev li erdên Tirkiyê bike. Ew her tim siyaseta Osmaniyan dimeşîne."

Bayrem destnîşan kir ku serkeftinên li Heftenînê pêk tên, destpêka yekitiya gelê Kurd û têkbirina dagirkeran e.

Bayrem daxuyand ku dijmin li çar parçeyên Kurdistanê dijmin e. Yê ku gelê Kurd dikuje û demografiya herêmên Kurdî diguherîne, hewl dide şêniyan ji xaka wan koçber bike. Em rê nadin wê yekê.

Zeyneb Mehmûd jî dibêje:  "Dagirkeriya Tirk her tim şikandina vîna gelê Kurd, armanc dike. Êrişên vê dawiyê li ser Heftenînê ji bo vê yekê bûn. Lê belê dê bi sernekeve, ji ber ku vîna Kurdan xurt e û berxwedaneke bêhempa li Heftenînê tê meşandin. Tirkiyê hewl dide li Efrînê hebûna gelê Kurd îmha bike."

Zeyneb got: "Dê nikaribe armanca xwe pêk bîne, em ê heta vegera li Efrînê û rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî li ber xwe bidin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din