'Tirkiye me û rizqê me dike armanc'

Cotkarên gundên nêzî sînor ji ber kiryarên artêşa Tirk ditirsin musimê xwe rakin. Cotkar dibêjin, erdên wan jêdera debara wan in, lê artêşa Tirk a dagirker wan û rizqê wan dike armanc.

Artêşa Tirk a dagirker çi kesên nêzî erdên xwe yên li herêmên nêzî sînorê Sûriyê-Tirkiyê dibe, dike armanc.

Beriya niha welatiyê bi navê Mihyedîn Abdullah ê ji gundê Dêrûna Axê yê navçeya Girkê Legê, dema diçû ser erdê xwe ji aliyê artêşa Tirk hate gulebarankirin  û jiyana xwe ji dest da.

Tevî ku têkilarî rewşa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevpeyman hate mohrkirin lê dîsa jî artêşa Tirk a dagirker hevpeymanê bin pê dike. Agir bi zadên sînorên herêmên nêzî sînor dixîne, cotkarên diçin musimê xwe biçînin dike armanc û herêmê toparan dike.

Tevî ku îsal polîsên Rûsya û Amerîkayê nêzî sînor dewriyeyan bi rê ve dibin, lê dîsa jî şênî newêrin nêzî erdên xwe bibin.

Welatiyê bi navê Xelîl Abdî yê ji gundê Kêl Hesnak ê ku 15 km dikeve bakurê-rojavayê navçeya Tirbespiyê diyar kir ku di salên derbasbûyî de dewleta Tirk a dagirker hilberînên gund şewitand û îsal jî cotkaran dike armanc, lewma şênî ditirsin musimê xwe rakin.

Xelîl Abdî da zanîn ku şênî tenê dema çinîn an jî çandina erdên xwe nêzî sînor dibin, hêzên leşkerî ji aliyên wan ve tune ne, lê dîsa jî artêşa Tirk kiryarên dermirovî pêk tîne. Xelîl Abdî bang li dewletên koalîsyonê û Rûsyayê kir ku bi erka xwe rabin.

Welatiyê bi navê Şêxmûs Sadûn jî axivî û got:"Ji ber artêşa Tirk sivîlan dike armanc, rewşa gundên nêzî sînor xetere ye, em heta zehmetiya anîna avê ji kaniyên gund jî dikişînin."

Şêxmûs Sadûn bal kişand ku ji ber dewleta Tirk a dagirker domdar êriş dike hilberînên wan zirar dîtine, lewma nekarîn semadê bireşînin. Şêxmûs Sadûn bi lêv kir ku jêdera sereke ya rizqê wan erd e lê artêşa Tirk rizqê wan dike armanc.

23’ê Tîrmeha 2018`an û 21’ê Hezîrana 2019`an dewleta Tirk a dagirker agir bi zadê gundê Kêl Hesnak xist û di dawiyê de bi dehan hektar û bexçe şewitîn.

Ji destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012`an û heta niha dewleta Tirk a dagirker cotkarên nêzî sînor dibin qetil dike.

(eh)

ANHA


Mijarên Din