Tirkiye… li dijî rojnamevanan kiryarên tund hene

Rêxistinên mafên mirovan û rojnamevanan bang li Neteweyên Yekbûyî kiribû ku li dijî binpêkirinên hikumeta Tirkiyê yên li ser rojnamevanan biryar were dayîn.

18 rêxistinan nameyek di 3’yê Îlonê de pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Rêxistinan bang li hemû dewletên endam û çavdêran, demokratîk û parastina mafên mirovan dikin, kir ku çareseriyê ji binpêkirinên hikumeta Tirkiyê re yên di komcivîna têkildarî kiryarên çewisandinê yên di dewreya 42`yan a Komîteya Mafên Mirovan de bibînin.

Di 13’ê Îlonê de koma girêdayî kiryarên çewisandinê li hev civiyan, lê behsa tengaviyên rojnemevanan ên li Tirkiyê nehate kirin.

Tê payîn ku dewreya 42`yan a Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê heta 27`ê Îlonê berdewam bike û dewreya piştî wê di Mijdarê de were birêvebirin.

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî diyar kir ku Tirkiye wek mezintirîn girtîgehek e ji rojnamevanan re, ji ber vê yekê heke Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bixwaze sûretê xwe biguherîne, divê bang li Enqereyê bike da ku binpêkirinên xwe yên li ser rojnemevanan rawestîne û binpêkirinên Erdogan ji raya giştî re bi dengekî bilind eşkere bike.

(eh)


Mijarên Din