Tirkiye hewldana guhartina dîmografiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike 

Dewleta Tirk a dagirker hewl dide polîtîkayên guhertina demografîk a ku partiya Baas di salên 1960`î de li dijî herêmên Kurdan didan meşandin, bimeşîne.

Nîvîskar Amûd Zevî Baryal di gotarekê xwe ya di rojnameya Hartis a Îsraîlê de got: “Tirkiyê her dem hewldana oparasyonên leşkerî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Di meha derbasbûyî de Tirkiyê û DYE`yê ji bo avakirina herêmê bi “ewle” ya li Bakur û Rojhilatê xebat kirin. Di vê derbarê de Enqera eşkere dike ku dê wekî korîdoreke aşîtiyê be, da ku parastina 3.6 milyon kesên sûrî ku li Tirkiyê dijîn, bike.

Vegera penaberên Sûriyê li Bakur û Rojhilatê stratejiya serokê Tirkiyê Recep Teyyîb Erdogan e, da ku fîşara li ser aliyên dijber ên Sûriyê li welat in bike û di heman demê de çavdêr dibînin ku sedemeke ji sedemên aloziya AKP`ê ye.

Bicihkirina penaberên Sûriyê armanceke veşartî li pey heye û gefan li herêmên kurdî yên li welêt dixwe. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enqera tewan dike û diyar dike ku stratejiya ku niha dide meşandin, berê li bajarê Efrînê daye meşandin.

QSD`ê radigihand ku hikumeta Tirkiyê dûzena dîmografiya Efrînê bi rêya bicihkirina malbatên Tirkumen û Ereb li gundên derdorê guhart, di heman demê Kurd neçarî koçberkirinê kirin, niha jî Enqera dixweze hejmara şêniyên Kurd ên li bakurê Firatê kêm bike û penaberan li cihê wan bi cih bike.

Stratejiya şer ne tiştekî nû ye, ji ber di salên 60`yî de û heta niha partiya Baasê li herêmên kurdî daye meşandin.”

(eh)


Mijarên Din