‘Tirkiye hewl dide serweriya xetên veguhastina deryayî ên girîng û ên başûrê Ewropayê bike’

Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê piştrast kir ku dewleta Tirk hewl dide berjewendiya xwe li herêmê bi rêya serweriya li ser girîngtirîn xetên veguhastina deryayî ya ku hakimiyeta li bazirganiya navdewletî dike, zêde bike û her wiha jî serweriya li ser herêma başûrê Ewropayê bike.

Şevê berê der barê îmzekirina peymana hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Fayêz El-Sîrac a muzakereya lihevkirina ewlehî û deryayî bi hikumeta Tirkiyê re, Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar a Lîbyayê, daxuyanî da.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê di daxuyaniyê de got: “Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Ereb ên Lîbyayê der barê nîqaşên li ser îmzekirina hikumeta El-Sîrac a muzakereya lihevkirina ewlehî û deryayî bi hikumeta Tirkiyê bêyî ku mafê îmzekirina peymanan wergire, şopand. Bi wê jî wek van lihevkirin û peymanan binkeftî ne û tu bandorê li dewleta Lîbyayê nakin."

Di daxuyaniyê de wiha lê hat zêdekirin: "Ev pêngava ku hikumeta Tirkiyê  bi hikumeta El-Sîrac re pêk aniye, pêngavekî dijminatî ku gefan li aştî, ewlehiya navdewletî û şoreya deryayê dixwe. Her wiha jî bandorê bi awayekî yekser li ser berjewendiyên navdewletî der barê Deryaya Spî de dike û tevahî qanûn û mîsaqên navdewletî û metoda başbûna cîrantî di navbera dewlet û civakên mirovahiyê de, bin pê dike."

Artêşa Lîbyayê wiha di daxuyaniyê de piştrast kir: "Dewleta Tirk hewl dide berjewendiyên xwe li herêmê bi rêya serweriya li ser girîngtirîn xetên veguhastina deryayî ya ku hakimiyetê li bazirganiya navdewletî dike, zêde bike û her wiha jî serweriya li ser herêma başûrê Ewropayê bike. Ew jî bi fersindgirtina mirina mejî ya hikumeta El-Sîrac, felca tam û hilweşîna wê li hember hêzên Lîbyayê li herêma operasyonên rojava yên li ser sînorên paytextê ye û ji wê jî zêdetir serweriya milîsên terorîst li Terablusê ya bi piştevaniya leşkerî, siyasî û çapemenî ji hêla dewleta Tirkiyê ve. Dewleta Tirk li ser rûdanên li Terablusê hakim e û hikumeta El-Sîrac ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li herêmê pêk tîne ku bi texmîna pêkanîna xewnên jinûvevejandina dagirkeriya Osmanî."

Daxuyaniyê wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk aliyê yekser a gefan li berjewendiyên gelê Lîbyayê ya pêkanîna dewletê û aramiya wê de bi piştevaniya terorê, dixwe ku tevahî cureyên çek û teknelojiya leşkerî ji komên teror û milîsên çekdar re rê dike. Ji wê zêdetir jî dewleta Tirk gefan li berjewendiyên dewletên herêmê bi rêya hewldana serweriya li ser derfetên aboriya Deryaya Spî ya dewlemend piştî ava herêmî ya Lîbyayê dixwe. Bi wê re jî herêm dikeve nava nakokiyên berjewendiyên herêmî li hember çiqarên dewleta Tirk ku gefan li aşît û ewlehiya navdewletî dixwe."

Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê wiha piştrast kir: “Ew van peymanên deryayî û ewlehî bi tundî red dike û bang li Meclisa Ewlehî û dewletên Hawiza Deryaya Spî dike ku li hember planên dewleta Tirk bisekinin û têk bibin û hewldanên wê yên vegerandina serweriya wêrankirî ya li herêmê(dema dewleta Osmanî) rawestînin."

Peymana ku dewleta Tirk bi hikumeta El-Wîfaq a bi serokatiya Fayêz El-Sîrac re pêk aniye, hêrseke gelê Lîbyayê û herêmê çêkir û Parlamentoya Lîbyayê bergiriya El-Sîrac ku pêk aniye, wek îxaneta mezin bi nav kir.

(fr)

 


Mijarên Din