‘Tirkiye hewl dide lihevkirina ewlehiya sinor asteng bike’

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê, têkildarî daxwaza dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên rêveberiyê axivî û wiha got: “Lihevkirinên li ser mekanîzmeya ewlehiya sinor, dilê Tirkiyê rihet nekir. Em vegera  penaberan qebûl dikin lê mijara bicihkirina wan li herêmên rêveberiyê, red dikin.”

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê, têkildarî daxwaza dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên rêveberiyê ji ajansa me re axivî.

Ehmê di destpêka axaftina xwe de got: "Diyar e ku lihevkirinên li ser mekanîzmeya ewlehiya sinor li gorî rihetiya Tirk nehat. Ku Tirkiye bi xwe jî aliyekî lihevkirinê ye. Li xweşa wan neçû, ji ber planên xwe yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk neanî. Lewre hewl dide temamkirina vê lihevkirinê asteng bike."

Luqman Ehmê diyar kir ku Rêveberiya Xweser hertim banga vegera penaberên Sûriyê, çi yên li Tirkiyê û çi yên li welatên din dike. Ehmê got: “Rêveberiya Xweser gelek caran bang li şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye da ku vegerin gund û bajarên xwe  û jiyana xwe bidomînin. Da ku beşdarî rêvebirin û parastina herêmên xwe bibin.”

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmdê li ser banga dewleta Tirk a bicihkirina penaberên Sûriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha axivî: “Ya ku Tirkiyê dixwaze ew e ku penaberên Sûriyê vegerînin û li herêmên ne yên wan in bi cih bikin. Li gorî lihevkirina wê ya bi dewleta Rûsyayê, Tirkiyê aliyek ji penaberkirina xelkê Sûriyê bû. Ev yek tê wateya ku maf û milkên wan li herêmên wan ên lê bi cih diman desteser kirin."

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê di dawiya axaftina xwe de got: "Em Rêveberiya Xweser, çawa berê me pêşwaziya kesên din kiribû, em ê pêşwaziya penaberan bikin. Li herêmên Rêveberiya Xweser bi sed hezaran kes ji herêmên din ên Sûriyê lê dimînin û hemû mafên wan ên sivîl hene. Lê em fikr û têgeha bicihkirina wan li herêmên rêveberiyê, red dikin."

(bb/bm)

ANHA

 


Mijarên Din