‘Tirkiye hewl dide ji Helebê heya Mûsilê dagir bike’ 

Şêxê êla El-Naîm Hemed Şihade, got: “Tirkiye hewl dide herêmên di navbera bajarê Helebê yê Sûriyê heya bajarê Musilê yê Iraqê dagir bike. Ciwanên herêmê dê li rex QSD`ê li hember her êrîşeke ku ji aliyê Tirkiyê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bê, bisekinin.”

Tirkiye, piştî dagirkirina Efrînê hewl dide herêmên din ên xaka Sûriyê dagir bike û ji bo wê leşkerên xwe li ser sînorên herêmên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê kom dike.

Girêdayî mijarê şêxê êla El-Naîîm Hemed Şihade yê li Bakurê Sûriyê ji ajansa me re got: “Tirkiyê di 2012`an de zêdetirî 80 komên çeteyan û terorîstan bi rêya sînorên xwe, bi taybet şandin Serêkaniyê. Tirkiye kirîvê komên çeten e.”

‘Tirkiye hewl dide parêzgeha Helebê heya Reqa û Dêrazorê dagir  bike’

Şihade behsa aloziyên Tirkiyê yên di dema desthilatdariya Recep Tayyîp Erdogan de kir û wiha axivî: “Armanca Tirkiyê ne tenê dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, heman demê de hewl dide parêzgeha Helebê heya Reqa, Dêrazorê û tevahiya herêmên Bakurê Sûriyê heya bighêje Musilê û çiyayên Sincarê, herêma Başûrê Kurdistanê dagir bike."

Şihade diyar kir ku tevahiya rûspiyên Ereb gefên Tjirkiyê red dikin û wiha pê de çû: “Ji ber ku ne tenê Kurd, tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û partiyên siyasî dike armanc. Tirkiye bi gefên xwe serdestiya welêt binpê dike.”

‘Berxwedan berbijarka me ye’

Şihade tekez kir ku êl beşek ji gelên herêmê ne û parçekirina herêmên Sûriyê qebûl nakin û wiha domand: "Li hember gefên Tirkiyê ji bilî berxwedanê ti berbijêrkên me tine ne. QSD`ê tevî piştgiriya  hêzên Koalîsyona Navdewletî şerê komên terorsît kir. Ew hêz ji ciwanên herêmê pêk tê, naxwazin bi dewletên cîran re şer bike, tenê  çareserî, diyaloga siyasî û aştiyane hêvî dike."

‘Em ê li rex zarokên xwe di heman xendekî de bin’

Di dawiyê de Şihade destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pişta xwe dide tevna neteweyî ya di navbera pêkhateyên wê û wiha got: “Ev jî yekrêziyê li hember tevahiya gefên li dijî ewlehiya herêmê dixwaze. Em ê li rex zarokên xwe û hêzên leşkerî li hember her zêdegaviyekê li dijî herêmê di heman xendekî de cih bigrin.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din