​​​​​​​ʽTirkiye hewl dide herêmên dagirkirî veguherîne Lîwa Iskenderon a nû’

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo piştrast kir ku dewleta Tirk siyaseta tirkkirinê dimeşîne û sivîlên herêmên dagirkirî neçar dike ku lîreya Tirkiyê bi kar bînin, da ku hegemoniya xwe li herêmê ferz bike, herêmê dagir bike û demografiya wê biguherîne.

Hevserokê Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA`yê re wiha got: "Dagirkeriya Tirk sivîlên herêmên dagirkirî neçar dike ku bi lîreya Tirkiyê bidin û bistînin. Her wiha ala Tirkiyê li seranserê herêmê bilind kiriye."

Şêxo wiha dewam kir: "Dewleta Tirk meteryalên perwerdeyê yên Tirkiyê li dibistanên herêmên dagirkirî, bi zarokan dide fêrkirin."

Her wiha destnîşan kir ku ev kiryar, tedbîrên berê yên hikumeta Tirkiyê li Lîwa Iskenderon girtin tîne bala mirovan û got: "Tirkiye hêdî hêdî siyaseta tirkkirinê ferz kir, piştre herêm dagir kir û Lîwa Iskenderon tev li dewleta xwe kir."

Şêxo wiha pê de çû: "Di 1939`an de Lîwa Iskenderon a Sûriyê bi peyman û lihevkirinên bi mêtîngeriya Fransa li Sûriyê re, tev li xaka Tirkiyê kir. Tirkiye niha heman siyasetê dimeşîne."

Şêxo siyaseta tirkkirinê ya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne, bi mêtîngeriya Fransayê li herêmên Sûriyê ve girê da. Mêtîngeriya Fransayê jî zimanê Fransî li dibistanan dida fêrkirin, bikaranîna pereyên Fransayê ferz kir û ala Fransî li xaka Sûriyê bilind kir.

Şêxo li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarên wê wiha got: "Em destwerdan û kiryarên Tirkiyê yên li dijî gelê Sûriyê, red dikin. Tirkiyê xaka Sûriyê dagir kiriye, divê taybetmendî, çand, ziman, pere û perwerdeya li van herêman bê parastin."

Şêxo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hîna pereyên Sûriyê bi kar tîne. Her wiha piştrast kir ku wekî Rêveberiya Sivîl ew bi yekitiya xaka Sûriyê bawer in, ji lewra ew parastina ziman, perwerde û lîreya Sûriyê dikin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din