‘Tirkiye dixwaze li herêmê artêşa inkîşarî (Yenîçerî) ava bike’

Endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê got: “Artêşa Tirk a dagirker herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji şêniyên wê yên resen vale dike, demografiya wê diguhere. Armanca wî ew e ku li herêmê artêşek inkişarî (Yenîçerî) ya Osmaniyan ava bike. Bi wê destwerdana welatên Ereb bike.”

Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine û bi awayekî hovane sivîlan dike hedef.

Girêdayî siyasetên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşînin, hinek siyasetmedarên herêmê ji ANHA`yê re axivîn.

 Endamê Nivîsgeha Birêxistinkirina Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî Selame got: "Tirkiye bi erêkirina navdelwetî û lihevkirinên bi Rûsyayê re, beşên fireh ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin. Ji Idlibê bigire heya bigihêje Efrînê. Da ku tevahiya xaka Sûriyê control bike. Piştre Sûriye kir nuqteya destpêkirina kontrolkirina welatên Ereban. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê bibin ketin, ji ber bi awayekî domdar hewl dide tişta ku DAIŞ`ê pêk neaniye, pêk bîne. Ji ber wê êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Mexmûr û Iraqê zêde kirin û sivîl kirin hedef, ji bo ku wan bide koçberkirin. "

Selame wiha domand: "Dagirkera Tirk hewl dide sînaryoya pêşiyên xwe yên Osmanî dubare bike û artêşa inkîşarî (Yeniçeri) ji nû ve ava bike. Bi vê yekê armanc dike kontrola xwe ya li welatê Ereban fireh bike, ji Lîbyayê bigire heya bigihêje Somal, Qeter û Sûdanê."

‘TIRKIYE JI BO KU PIRSGIRÊKÊN XWE YÊN HUNDIRÎN VEŞÊRE ÊRIŞÎ HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DIKE’

Selame destnîşan kir ku Tirkiye ji bo ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre êrişên xwe yên li dijî herêmê didomîne û wiha got:  “Ji bo wê jî lihevkirina Lozanê ya ku di 1923`yan de destpê kiriye û di 2023`yan de bidawî dibe, bikar tîne. Em hemû dizanin ku AKP ji ber siyasetên Erdogan li hember gelê xwe û mudexelekirina karûbarên dewletên din, gelek kes jê parçe dibin. Da ku desthilat bi xwe kontrol bike. Di vê dawiyê de dirava Tirkiyê li herêmên dagirkirî ferz kir da ku aboriya Tirkiyê ya ku paşde çûye pêş bixîne. Tirkiye bi rêya çeteyên xwe yên ku li herêmên dagirkirî sûcan pêk tînin, hewl dide herêmê ji şêniyên resen vala bike. Demografiya wê biguhere û koçberên herêmên din ên ku Tirkiyê ji tevahiya Sûriyê ji Xûta û Deraayê anîne, li şûna wan bi cih bike. Ji bo pêkanîna wê, parastina ewlehiya xwe dike hincet."

Girêdayî heman mijarê endama Navenda Birêxistinkirina Jinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Barîn Mamo behsa qirkirina gelê Kurd bi taybet qirkirina jinê û siyasetên artêşa Tirk a dagirker li dijî wê kir û got: "Di vê dawiyê de em dibînin ku Tirkiyê hewl dide gelê Kurd qir bike bi taybet jinê. Ji ber ku jina Kurd banga mafên xwe dike û hewl dide zulm û koletiyê li ser tevahiya jinan rake."

Barîn di dawiyê de got: "Artêşa Tirk a dagirker asta sûcên xwe li dijî jinê ji revandin û destavêtin, zêde dike. Em wan sûcan şermezar dikin. Wek jin di Partiya Pêşerojê ya Sûriyê em ê birêxistinkirina jinê li tevahiya bajarên Sûriyê li gorî fikrê demokratîk bidomînin. Em ê hewl bidin wê ji tevahiya pergalên zordest û dagirekriyê biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din