‘Tirkiye dewleta yekemîn e ku kiryarên li dijî azadiya nêrîn û derbirandinê pêk anîne’

Koalîsyona Navdewletî ya Parastina Maf û Azadiyan tekez kir ku rejîma Tirkiyê bi nûnertiya Erdogan kiryarên hovane li dijî mafên mirovan pêk anîn û got "Erdogan berpirsê yekemîn ê binpêkirina mafan li Tirkiyê ye."

Serokê Koalîsyona Navdewletî ya Parastina Maf û Azadiyan Mihemed El-Şamî diyar kir ku rejîma Tirkiyê li dijî mafên mirovan kiryarên hovane pêk anîn û diyar kir ku Tirkiye di radeya duyemîn de li ser asta cîhanê ji hêla hejmara girtiyên siyasî de ye û wiha got: "Niha di girtîgehên Tirkiyê de zêdetirî 500 hezar girtiyên siyasî hene."

Mihemd El-Şamî diyar kir ku rejîma Tirkiyê kiryarên hovane li dijî mafên mirovan pêk anîn û îşaret pê kir ku Tirkiye li gorî binavkirina Dadgeha Ewropayê mezintirîn dewlet e ku kiryarên der barê azadiya nêrîn û derbirandinê de bi awayekî hovane û bi metod e.

‘Erdogan berpirsê sereke ye’

El-Şamî destnîşan kir ku binavkirinên Dadgeha Ewropayê der barê kiryarên Tirkiyê li ser dewreya 41’emîn a ku li Buroya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Cinêvê di 12 Tîrmehê de li dar ketiye, hat û wiha pê de çû: "Erdogan berpirsê yekemîn ê binpêkirina mafan li Tirkiyê ye."

Mihemed El-Şamî bal kişand ser pêwîstiya çavdêrîkirina kiryarên Tirkiyê yên li dijî mafên mirovan û pêwîstiya lêpirsînkirina desthilata serwer.

Koalîsyona Navdewletî ya Parastina Maf û Azadiyan (AIDL) rêxistineke navdewletî ya serbixwe ye û navenda wê li paytexta Fransayê Parîs ye. Koalîsyon ji rêxistin, çalakvan û dilxwazan pêk tê. Xebatê der barê rewş û çavdêrîkirina li ser maf û azadiyên li cihîn û her wiha jî xebatê li ser geşkirin û şopandina kesên kiryar pêk anîne dike. Li rexê jî kesên kiryar pêk anîne, ji raya giştî re eşkere dike.

(fr)


Mijarên Din