Tirkiye ciwanên Efrînê tev li şerê li Idlibê dike

Çavkaniyên pêbawer ji hundirê kantona Efrîn a dagirkirî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi darê zorê ciwanên Efrînê tev li xwe dike da ku wan tev li şerê çeteyan ê li dijî rejîma Sûriyê li Idlibê bike.

Çavkaniyan ji ajansa me ANHA`yê re wiha diyar kir: "Niha em niznanin çi li kantona Efrînê diqewime. Artêşa Tirk a dagirker hejmarek ji ciwanên gundê Satiya yê navçeya Mabata û hinek ji gundê Kefer Dilê yê girêdayî navçeya Cindirêsê revandin. Hate gotin ku çete wan amade dikin da ku tev li şerê li Idlibê bibin."

Ev yek destekê dide siyaseta guhertina demografiya Efrînê ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya ku ciwanan tev li eniyên şer li Idlibê bike. Li Idlibê di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şer didome.

Dewleta Osmanî jî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de heman şêwaz bi kar dianî û Kurd, Ereb û Çerkez li gorî berjewendiyên xwe tev li şer dikirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din