'Tirkiye bingeha rêxistineke herî tundraw ava dike'

Çavkaniyên taybet ji ANHA'yê re diyar kirin ku dewleta Tirk 275 çete ku li Efrîna dagirkirî perwerde kirine, şandine Azerbeyanê. Lêkolîner dibêjin ku Tirkiye dixwaze îmareke îslamî li herêmê ava bike û ev çete bingeha rêxistineke ji DAIŞ û El-Qaîde tundrawtir e.

Ji destpêka şoreşên gelan li herêmê di sala 2010'an de, dewleta Tirk di bin dirûşmeyên îslamê de û bi rêya koma Îxwan El-Mislimîn destwerdanê li civakên erebî dike. Li gelek dewletên herêmê yên ku alozî lê hene, bi dehan komên çete ava kirin.

Komên çete yên ku dewleta Tirk li Sûriyê ava kirine ya herî balkêş e. Dewleta Tirk ev kom li ser xaka xwe Tirkiye perwerde kirine û çek û pere pêşkêşî wan kiriye da ku destpêkê êrişî hikumeta Şamê bike û piştre êrişî kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Komên çete yên ku Tirkiyê li Sûriyê ava kirine niha li welatên derveyî Sûriyê tên bikaranîn.

Dewleta Tirk çeteyên xwe şandin Lîbyayê da ku li kêleka hikumeta Wîfaqê cih bigire û hewl bide ku Tirkiye dest deyne ser jêderên enerjiya Lîbyayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) a ku rewşa Sûriyê dişopîne, aşkere kir ku Tirkiyê 19 hezar çeteyên Sûrî şandine Lîbyayê.

Dewleta Tirk soz dide çeteyan ku heke beşdarî şerê li Lîbyayê bibin wê nasnameya Tirkî û mehane 2 hezar dolar mûçe bidin, piştre mûçe daxist 600 dolarî.

Piştî Lîbyayê, dewleta Tirk 600 çeteyên "Ehrar El-Şerqiya, Sultan Murad, Nuxba û Semerqend" şandin Yemenê da ku gaveke Tirkiyê li wir çêbike bi taybet nêzî tengava Bab Mendibê.

Li gorî raporên berê ku ANHA'yê weşandine; bi dehan çeteyên "Artêşa Niştimanî" yên li herêmên Sûriyê yên ku Tirkiyê dagir kirine amadekariyan dikin ku ji Efrîn û Idlibê biçin Tirkiyê û ji wir bişînin Azerbeycanê.

Di vê derbarê de çavkaniyên pê bawer diyar kirin piştî şerê di navbera Ermenistan û Azerbeyanê de ku di dema borî de rû da, dewleta Tirk 275 çete şandin Azerbeycanê.

Çavkaniyan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker 175 çete du mehan li gundê Ereb Wêran ê navçeya Şera ya kantona Efrînê perwerde kirin û ew şandin Azerbeycanê.

Her wiha dane zanîn ku dewleta Tirk piştre 100 çeteyên din ên Sûrî yên navê Mihemed El-Fatih li xwe dikin ku li gundê Bexçe yê navçeya Bilbilê ya Efrînê perwerde kiribûn şandin Azerbeycanê.

Girêdayî mijarê, rêvebirê navenda lêkolînên Erebî ya Qahîra Hanî Silêman diyar kir ku Tirkiyê nekarî stratejiya "pirsgirêkên sifir" derxîne derve, ku her dem hewl daye wekî amûrek ji bo xweşikkirina wêneyê xwe û xwe wekî modelek nerm bide der.

Hanî Silêman got: ''lê Tirkiyê xwe li pêşberî rewşeke cuda dît, piştî ku hesabên wê yên li herêmê yên piştgiriya tevgerên islama siyasî, têk çûn, bi taybet li Tûnis û Misrê, projeya ku demeke dirêj li ser xebitî hilweşiya. Lewma bi awayekî tûj berê xwe da du stratejiyên din, ew jî ferzkirina desthilatdariyê û fişaran ji derve li ser welatan bike. Ji ber vê jî çeteyên Sûriyê bi kar anîn da ku van armancan pêk bîne, tevliheviyê bike û hebûna xwe li Lîbya, Yemen û Azerbeycanê ferz bike``.

Li gorî Silêman "Nêzîkatiyên Tirkiyê yên bi vî rengî yek ji xeteriyên herî mezin li ser tevahî herêmê ye; nexasim li Sûriyê, Lîbya, Yemen û derdora herêmên Rûsî yên Azerbeycanê. Ji bo kûrahiya Ewropayê jî kaxeza koçberan bi kar tîne da ku fişarê li Ewropayê bike. Dibe ku di her demekê de bandora van neyinî li Tirkiyê jî bike ku ne di hesabê wê de ye."

'ERDOGAN Û KOMÊN TUNDRAW KESYBAZIYA DUQAT IN'

Lêkolînerê Misirê û pisporê karûbarên tevgerên Îslamî û rêxistinên tundraw û terora navdewletî Munîr Edîb got: "Tirkiye destekê dide projeya îslama siyasî û rêxistinên girêdayî wê û komên tundaw bi giştî, di encamê de di navbera Erdogan û projeyên wan de girêdaneke heye."

Munîr Edîb destnîşan kir ku “ciwanên ji rêxistinên tundraw" hewl dide xîlafeta îslamê vegerînin, Erdogan jî dixwaze xîlafeta îslamê ya li gorî şeklê xîlafeta Omanî vegerîne. Di encamê de Erdogan hêviyên wan bi kar tîne da ku armancên xwe yên zindîkirina xîlafeta Osmanî û xeyalên kalikên xwe vegerîne. Ciwanên komên tundraw jî Erdogan bi kar tînin da ku îdeolojiya xwe ya taybet a bi navê xîlafeta Îslamê vegerînin.

Li gorî Edîb: "Ya ku rû dide xaleke hevbeş di navbera Erdogan û wan ciwanan de heye, her yek a din bi kar tîne, lê bikaranîna Erdogan ji ciwanan mezintir e."

Rêvebirê Navenda Lêkolînên Erebî ya Qahîre Hanî Silêman bikaranîna Tirkiyê ji ciwanên Sûriyê li gorî 3 hêmanên sereke diyar kir û wiha domand:

“Hêmanê yekemîn; Tirkiyê dikarî bi rêya gelek alavan, mejiyê ciwanên ku ji Sûriyê têne kontrol bûne. Ji wan alavan fikarê kesybazkirina rewşa wêrankirin û xirabiya li Sûriyê û rewşa aborî ya zehmet ku gelek sûriyan ji bo wan mijara mirin û jiyanê ye. Erdogan ji aloziya Sûriyê sûd wergirt da ku hejmarek mezin a çete û şervanan ên ku derfeta wergirtina pariya jiyanê ji ber rewşa zehmet a li Sûriyê tuneye, bi aliyê xwe ve kişand.

Hêmanê duyemîn; mijara îdeolojî û aktorên îdeolojî yên girêdayî zihniyeta wan ciwanan e, ji ber ku hin ji wan ciwanan bi fikar û avakirina dewleteke îslamî û vegerandina serkeftinan û şerê hikumetên ne rewa û dijminên olê ya li gorî nêrîna wan a taybet bawer in. Her wiha gelek navên din ku di hunerê mîrase û çandên wan de maye ku mejiyê wan ê teng kontrol kiriye, dibînin ku Tirkiye dikare van fikiran têr bike.

Hêmanê sêyemîn; mijara bandorên xeter ên ku ciwanên di hundirê Sûriyê de lê rast hatin, ji ber ku di pêvajoyeke demkî zehmet, bi xwîn, çek û şerê îdeolojî re derbas bûn. Di nava gelek guhertin û di bin zextan de dijîn. Ev hemû bandorek li zihniyeta ciwanên Sûriyê kir, ku xwe di nava xwînê de xeniqî û xwesteka rakirina tolê û şer dît. Her wiha xwe di rewşeke xurt a belavbûnê û dirûniyeke zehmet de ku nikare li ber xwe bide dît.

Gelek ciwanên Sûriyê yên ku rewşên wiha dîtin texmîn kir ku Tirkiyê parêzvanê yekemîn ê ola îslamê û pêkanîna edaletê û rizgarkirina lawazan e û gelek dirûşmeyên din ku dikare mîna van hêmanan kontrol bike. Hin dewlet vê rêgezê bi kar tînin, mîna Îranê ji bo mezheb û îdeolojiyan bikişine ber bi xwe ve da ku wan wekî şervan di nava komên çekdar ên ku destekê didinê bi kar bînin.

''BINGEHA RÊXISTINEK KU DÊ DI PÊŞEROJÊ DE TUNDTIR BE'

Têkildarî xeteriya wan çeteyan li ser civaka navdewletî, Munîr Edîb got: "Xeteriyek mezin a wan ciwanan di pêşerojê de li ser hêzên herêmî û cîhanî heye. Ji ber ku bingeha rêxistinek ku dê di pêşerojê de tundtir be mîna rêxistina El-Qaîde be."

Edîb wiha dom da axaftina xwe: "Dema Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştî bidawîbûna şerê li Afganistanê 'Ciwanên Mucahidîn' şandin Afganistanê, ewên tundraw bûn bingeha avakirina rêxistina El-Qaîde. Her wiha Abdullah Ezam bi rêya lihevkirinê bi Osama Bin Ladin re  dixwest van ciwanan îstismar bike û ji rêxistinê re digot "bingeha cîhadê", ji ber ku ev danegek "mucahidîn" ên ku ji bo rizgarkirina Afganistanê hatibûn şandin. Ez difikirim ku heman tişt niha di bin serokatiya serokkomarê Tirkiyê de bi lez diçe serî û em ê bibînin ku rêxistinek terorîst ku ji hemî rêxistinên tûj ava bûne çi El-Qaîde, DAIŞ, an tevgera Îxwan tundtir e."

Edîb di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Erdogan giraniyê dide ciwanên Ereb ji ber ku wekî sotemeniya rasteqîn a agir dibîne ku di tedîdkirina ewlehiya netewî ya erebî û ewlehiya Ewropayê de jî bi ser ketin û bi hêsanî û bi awayekî mezin dikare bikişîne bi aliyê xwe ve.

Edîb weha got: "Ez difikirim ku planên Erdogan encamên mezin û ber bi çav bi xwe re anîn, rêxistinên tundraw ên ku berê hatin avakirin bingeha wan erebên misilman bûn. Di encamê de ev rêxistin gefeke mezin li ewlehiya netewî ya erebî û ewropî dixwe, ji ber ku Ewropa û Amerîka jî tehdîd kirin. Ji ber vê girîngiyê dide Ereb û misilmanên ku ol şaş fam kirine da ku rêxistinên tundraw ên herî tundraw ava bike."

Hanî Silêman jî destnîşan kir "Ya ku diqewime nifşên destpêkê tîne bîra me yên li Afganîstanê li dijî Sovyetan bûn ew ên bi navê cuda vegeriyan ji Albanya û hin welatên ku tevgerên cîhadîst lê hene û piştre bi îdeolojiya tundrew vegeriyan û gefek mezin li welatên jêderk çêkirin. Çekdarên Sûriyê dê gelek gefan li hawirdora Ewropî û hawirdora Erebî çêbikin, her wiha dê bibin sedema kûrkirina krîzên van welatan, ji ber ku fikirên tundrew û tund hilgirtin û dema vegerin dê gefên mezin li Sûriya çêbikin."

Munîr Edîb bal kişand ser helwesta bêdeng a civaka navneteweyî li hember van tevgeran û wiha got: "Bi rastî, ji civaka navneteweyî tu helwestek li pêşiya tevgerên Tirkiyê tunebû, ku civaka navneteweyî dixe nav pirsê. Çima Tirkiyê ji ber kiryarên ku dike muhasebe nake û çavdêriya wê nake? Ev dide diyarkirin ku civaka navnetewî jî van rêxistinên tundraw bi awayekî mezin kesybaz dike, dibe ku civaka navneteweyî dixwaze komên tundraw bi awayekî mezin ji bo berjewendiyên xwe yên li herêma Rojhilata Navîn îstîsmar bike. Di encamê de dewletên mezin bi Tirkiyê re têkildar in. Ez difikirim ku ev civaka navnetewî berpirsyariya şerê terorê li dewletên erebî û îslamî digre ser xwe, di serî de Misir, Îmarat, Erebistana Siûdî û hin dewlên din ên Erebî yên ku xeteriyeke mezin a van rêxistinan li ser wan heye. "

ALTERNATÎFA DAIŞ'Ê ÎMAREKE ÎSLAMÎ YE

Munîr Edîb bal kişand ser rola çeteyên DAIŞ'ê di pêkanîna planên Tirkiyê yên pêşerojê û got: "Berjewendiyên siyasî yên Tirkiyê hene. Hemû rêxistinên tundraw nûnertiya wê ya ewlehî û netewî dikin, ji ber ku baş dizane ku ne bi wan ciwanan be nikare armancên xwe bi cih bîne. Bi vî rengî ew wan bi xewnên wan rê ve dibe, û wan bikaranîna zimanê olê û pêşvebirina ramana vegera Xîlafeta îslamê kontrol dike.”

Edîb destnîşan kir ku Tirkiyê hewl dide Rojhilata Navîn kontrol bike û îmareteke îslamî ava bike, ev di meqama yekemîn de hêviya wê ya siyasî ye, lê bi navê ol, wan ciwanan bi kar tîne. Edîb da zanîn ku Tirkiyê hejmarek mezin a ciwanan veguhest ji bo ku hêviyên xwe yên siyasî li Afrîkayê û dewlên berav, sehre û parzemîna reş bi cih bîne. Her wiha wan di hundirê Tirkiyê de bi kar tîne da ku piştevaniya wî di hundir de bike.

Edîb diyar kir ku îmareta îslamî ya Tirkiyê dixwaze ava bike wê alternatîfa dewleta DAIŞ'ê be ya ku di 22'ê Adara 2019'an de hilweşiya û wiha pê de çû: "Tirkiye hewl dide ji hemû sedemên hilweşandina DAIŞ'ê dûr bikeve, aktorên din ên hêzê diçîne ku dixwaze di îmareta îslamî ya nû de biçîne ya ku hewl dide li Lîbyayê û hin dewletên Afrîkayê destekê bidê."

Edîb da zanîn ku heke hêviya Tirkiyê pêk were dê li tevahî civaka navnetewî xeter be, ji ber ku heke Lîbyayê kontrol bike dê karibe gefan li Ewropa bixwe, heke ev imaret hate avakirin dê gefê li tevahî dewletên Kendavê, di heman demê de li Misirê jî bixwe, di encamê de xebatên têkoşîna li dijî terorê lawaz bike.

Hanî Silêman û Munîr Edîb li ser vê li hev kirine "Tirkiyê ciwanan wekî çeteyan li eniyên şer bi kar tîne da ku bandora Tirkiyê li herêmên wekî Sûriyê û Lîbyayê berfireh bike. Tirkiye van hêmanan wekî karta zextê li dijî Yekitiya Ewropa û hin welatên wekî Almanya bi taybetî bikar tîne da ku bide xuyakirin ku ew dikare derî li ber çeteyên ku gefên li Ewropayê dixwe veke  û hin destkeftiyên siyasî, aborî û madî bi dest bixe, herêmê fireh bike û berjewendiyên serbixwe pêk bîne bêyî ku tu astengî ji van welatên Ewropî hebe."

ANHA


Mijarên Din