‘Tirkiye bi tecrîdê demokrasiyê asteng dike’

Hevserokê Buroya Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk ê şaxê bajarê Hesekê got: "Rêber Ocalan hewl dide demokrasiyê bigihîne tevahî gelên cîhanê. Dewleta Tirk jî bi girankirina tecrîdê demokrasiyê asteng dike.”

Rêber Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî hatin girtin û teslîmî dewleta Tirk a dagirker kirin. Ev 21 sale Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ye. Ev 9 sale tecrîdek girankirî li Ocalan ferz dike.

Hevserokê Buroya Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk şaxê bajarê Hesekê Ferhan Dawûd got: "Armanca komploya ku dewleta Tirk û hinek dewletên din li dijî Rêber Ocalan pêk anîne, ne ji bo jiholê rakirina Ocalan bû. Armanc tunekirina gelên Rojhilata Navîn e. Di serî de jî gelê Kurd.”

Dawûd destnîşan ku di dawiya serdema 20`an Rêber Ocalan fikir û felsefeyek nû di civakê de afirand. Dawûd got: “Ew jî fikrê demokratîk, wekhevî û biratiya gelan e. Lê dewleta Tirk û dewletên kapîtalîst li dijî fikir sekinin. Lewra tecrîda li ser Rêber Ocalan giran kirin.”

Dawûd wiha domand: "Dewleta Tirk û dewletên cîhanê yên kapîtalîst wê şerê her kesê ku li hember proje û komployên wan dibin asteng, bikin. Lewra hewl dide fikrê demokratik, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên di çarçoveya neteweya demokratîk de dijîn, tune bikin. Herêm bi giştî hevgirtî ye û bi êrişên Tirkiyê bandor nabin. Lewra artêşa Tirk a dagirker hewl dide wê projeyê têk bibe."

Dawûd wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk a dagirker ji serbestberdana Rêber Ocalan û belavbûna fikrê wî yê demokratik ditirse. Ji ber wê dewleta Tirk tecrîdê ferz dike û ji civakê dûr dixe. Rêber Ocalan bi rêya fikrê xwe ne tenê hewl dide çareseriyan ji doza Kurd re, dixwaze çareseriyê ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re bibine.”

Ferhan Dawûd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewleta Tirk li dijî çareseriyên demokratîk e û fikre wî mêtînger e. Eger em bixwazin civakekê biguherin divê em zihniyeta wê biguherin. Wek civakek demokratîk em tê dikoşin ji bo ku nameya Rêber Ocalan bigihînin tevahiya cîhanê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din