‘Tirkiye bi rêya komên nayên qebûlkirin, dagirkeriya xwe rewa dike’

Mihemed Hemdûn destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide bi rêya komên xwe yên di civaka Sûriyê û derveyî wê de nayên qebûlkirin, dagirkirina xwe li xaka Sûriyê rewa bike. Hemdûn diyar kir ku eşîr û pêkhateyên herêmê li pişta QSD‘ê ne.

Hêzên herêmî yên destê wan di aloziya Sûriyê de heye, di nav de dewleta Tirk hewl, didin mozaîka civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan hatiye avakirin, ji hev bixin. Ji bo ku vê yekê pêk bînin, hewldanên derxistina fitne, nakokî û şerê navxweyî dikin.

Ji wan hewldanan, dewleta Tirk a dagirker di gera 14’an a civînên Astanayê de kesê bi navê Ebdulrehman Mustefa wek serokê hikumeta demkî ya girêdayî Tirkiyê derxist ku piştgiriya xwe bi êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anîbû ziman. Li aliyekî din hin rayedarên rejîma Sûriyê bi eşîrên Ereb ên herêmê re civiyabû û ji wan xwest ku zarokên xwe ji nava QSD‘ê vekişînin.

Endamê Meclisa Şêx û Rûsiyên Qebîle û Eşîran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û berdevkê qebîleya Şerabîn Mihemed Arif Hemdûn di hevpeyvîneke li gel ajansa me de bersiva van nêzîkatiyan da. Hemdûn got: "Eşîr beşeke berfireh a saziya civakî ne. Adet, kevneşop û exlaqê civakê temsîl dikin, qanûnên pozîtîf û hevgirtina pêkhateyên civakî diparêzin, destekê didin ewlehî û aramiya herêmê."

Der barê lîstokên Tirkiyê û rejîma Sûriyê yên girêdayî eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Hemdûn destnîşan kir ku wan yekitiya axa Sûriyê parast û zarokên wan di nava QSD‘ê de cih kirin û xwîna Ereb, Kurd û Suryanan tevlihev bû.

Mihemed Hemdûn wiha pê de çû: "Tu kes nikare fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derxe, ji ber ku pêkhate mil bi mil rûmet û nirxên xwe diparêzin û di oxira parastina herêman de şehîd dan."

Mihemed Hemdûn destnîşan kir ku Tirkiyê bi rêya komên xwe yên di civaka Sûriyê û derveyî wê nayên qebûlkirin, hewl dide dagirkirina xwe li xaka Sûriyê rewa bike û got: "Ew di civaka me de nayên qebûlkirin û vîna gelê Sûriyê temsîl nakin."

‘EM BAVÊ MANEWÎ YÊ DAIŞ’Ê JI WARÊ XWE DÛR BIXIN’

Mihemed Hemdûn diyar kir ku rewşa herêmê û navdewletî berpirsyariyên qebîle û eşîran zêde dikin ku li hemberî planên li dijî gelên herêmê têne kirin, bisekinin û got: "Em gihayê bizirar ji kokê rakin û bavê manewî yê DAIŞ’ê Erdogan ji warên xwe dûr bixin."

Mihemed Arif Hemûd di dawiya axaftina xwe de nerazîbûn nîşanî siyaseta guhertina demografiya herêmê ya ku Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne, dan.

ANHA


Mijarên Din