‘Tirkiye bi navê ol gelan dikuje û bajaran wêran dike’

Oldar Tewfîq Hemo got: "Dewleta Tirk a dagirker bi navê ola îslamê gelên herêmê dikuje. Tirkiye silametiya dîroka xwe ya reş a tijî sûc, di rijandina xwîna sivîlan de dibîne. Yekî xwe misilmanek durist dibîne, divê îtîrafê bi dewleta Tirk neke.  ”

Dewleta Tirk a dagirker komeke qebîleyên ku xwe li ser talankirin û diziyê xwedî dikir.

Piştî serdeman ji kuştin û koçberkirina gelan, dewleta Tirk hîna jî di bin navê ol de xwîna şêniyên Rojhilata Navîn dirijîne. Ji bo ku xwe yek mîrasê Osmaniyan bide nîşan niha jî di bin navê ol de xwîna Kurdan dirijîne.

Erdoganê faşîst jî hîna xeta kalikên xwe dişopîne; jin, zarok, kesên bi temem ên Kurd dikuje, xwe wekî "Sulanê" misilmanan îlan kiriye û bi navê ola îslamê sûcên dermirovî dike.

Li ser mijarê olarê ji Kobanê Tewfîq Hemo yê 80 salî ji ANHA‘yê re axivî.

‘TIRKIYE HER KESÊ KU BANGA MIROVAHÎ Û DEMOKRASIYÊ DIKE DIKUJE‘

Tewfîq Hemo got: "Tiştek bi navê kuştina di bin ola îslamê de nîne. Ya Tirkiye niha bi serkêşiya Erdogan dike gelên herêmê eşkere dixapîne. Tirkiyê ji berê ve gelek netew tune kir, lê di tunekirina Kurdan de têk çû, ji ber Kurd li ber xwe didin."

Hemo di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Yekî xwe misilmanek durist dibine, divê îtîrafê bi dewleta Tirk neke. Ji ber Tirkiyê gelek dever dagir kirine, mîna bajarê Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê. Armanca dewleta Tirk ne şerê bi navê îslamê ye,  armanca wê koçberkirina şêniyan û wêrankirina bajaran e. Qutkirina avê li ser bajarê Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha Remezanê de delîlê herî ber bi çav ê sûcên Tirkiyê ye."

Hemo bi bîr xist ku dema hezretî Mihemed artêşa yekemîn ava kir, wesiyet li fermandarê artêş kir ku jin, zarok û ixtiyaran nekujin, daran jênekir û sewalan serjê nekin. Hemo got: “Siyaseta ku dewleta Tirk dimeşîne, ew e ku kesên banga mirovahî û demokrasiye dikin dikujin û sûcan dikin. Mînaka vê yekê ya herî dawî topbarana li ser zarokên biçûk ên li bajarê Til Rifetê ye. Her wiha qutkirina darên zeytûnan li bajarê Efrînê yê dagirkirî ye.”  

‘YÊ KU BIKUJE, TALAN BIKE Û DURÛTIYÊ BIKE OL JÊ RE NÎN E‘

Hemo wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Koma Îxwan El-Mislimîn a ku Erdogan serkêşiya wê dike, tu têkiliya wê bi îslamê re nîne, ew çete û kaxezên dewleta Tirk a dagirker in. Tirkiye bi rêya wan projeyên xwe yên li welatên Ereban pêk tîne. Mîna şandina wan ji Lîbyayê re”

Tewfîq Hemo di dawiya axaftina xwe de bang li oldar û Kurdên li bakurê Kurdistanê kir ku ji Erdogan dûr bikevin û got: “Ji ber ku ew bi ol wan dixapîne. Yê ku dikuje, talan dike û durûtiyê dike bê ol e. Ola îslamê ola aştiyê ye, kuştin û koçberkirinê nake. Ev yek di şerê li Sûriyê de diyar dibe ku Erdogan û ola wî ya derew sedema wê ye."

ANHA


Mijarên Din