Tirkiye bi hawara çeteyên li Xan Şêxûnê de diçe

Artêşa Tirk a dagirker karwanekî leşkerî ji çeteyên Cebhet El-Nusra yên li bajarê Xan Şêxûnê re şand.

Çavkaniyên herêmî diyar kir ku Tirkiye di şandina alîkariyê ji çeteyên li bajarê Xan Şêxûnê de dewam dike, rejîma Sûriyê jî got hêzên wê derbasî bajar bûne.

Karwanê leşkerî yê Tirkiyê ji tank û wesayîtên zirxî pêk tê û îro sibehê berê xwe da Idlibê. Karwan di rê de ji aliyê balafirên şer ên rejîmê ve hate bombebarankirin.

Tevî bombebaranê jî, artêşa Tirk a dagirker 2 karwanên din şandin Xan Şêxûnê. Li gorî agahiyên berdest, li bajêr çete di rewşeke krîtîk de ne.

(jo)


Mijarên Din