‘Tirkiyê penaberên Sûriyê wekî kaxezekê bi kar tîne‘

Parêzer Mehmûd Cemîl destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê penaberan wek kaxezekê bi kar tîne da ku pê mûdaxelaya Sûriyê bike. Cemîl got armanca Tirkiyê ya vegerandina penaberan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku demografyayê herêmê biguhere û tevliheviyê di navbera pêkhateyan de derxîne.

Hêzên Sûriye Demokratîk bi DYA û dewleta Tirk re pêkanîna makenîzmeya ewlehiya parastina sînorê di navbera Tirkiyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomîne. Di vê çarçoveyê de YPG û YPJ`ê erkên parastina sînor radestî meclisên leşkerî yên herêmî kirin.

Dewleta Tirk îdîa dike ku ew ê li herêmê kampan ji penaberên Sûriyê ava bike.

Têkildarî vê mijarê hevserokê Yekitiya Parêzeran ya Serêkaniyê Mehmûd Cemîl ji ajansa me re axivî.

Cemîl destnîşan kir ku ji destpêka tevgera şoreşgerî ya li Sûriyê ve şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewlehiya herêmên xwe parastin û got: "Di dawiya 2012`an de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan fitneyê di navbera gelên herêmê de belav bikin. Lê di encama hevgirtina şêniyên herêmê ya xurt de ew têk çûn."

Cemîl wiha domand: " YPG û YPJ`ê, komên çete têk birin û ewlehiya herêmê diparêzin."

Her wiha Cemîl destnîşan kir ku dema nakokî di navbera du dewletên cîran yan jî du gelan de çêbibe herêma ewle tê avakirin û wiha berdewam kir: "Lew re divê ev herêm ji hêzên leşkerî vala be û ji her du aliyan aram be."

Cemîl mudexeleya artêşa dewleta Tirk a dagirker li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kir ji ber ku dewleta Tirk wek aliyek di aloziya Sûriyê de tê hesibandin û ew ji berê ve dijminê gelê Kurd li tevahiya axa kurdistanê ye.

Cemîl di nav gotinên xwe de bal kişand ser ku gelên herêmê li dijî mudexeleya Tiriyê ne, ji ber ku xwe wek dijminê gelê Sûriyê bi giştî û gelê kurd bi taybet nîşan da.

Guhertina demografîk li gorî qanûnên navdewletî sûca şer e

Cemîl bal kişand ser hincetên Tirkiyê yên girêdayî dosyaya penaberan û got: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiyê ji bo berjewendiya xwe bi dewletên Ewropayê re li hev kir da ku penaberên Sûriyê li ser erdê xwe pêşwazî bike. Piştî zêdebûna krîzên wê yên hundirîn û zextên ku rastê hatine Tirkiyê hewl dide ji penaberan xilas bibe û wek kaxezek siyasî ji bo ku mudexeleya kar û barên Sûriyê bike bi kar tîne."

Cemîl destnîşan kir ku armanca Tirkiyê ji bicihkirina penaberan li herêma ji kantona Kobanê heya herêma Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, guhertina demografiya herêmê û belavkirina fîtneyan di navbera pêkhateyên herêmê de ye.

Cemîl ev tişt li gotinên xwe zêde kir: "Guhertina demografîk li gorî qanûnên navdewletî yên sala 1966`an ku ji hêla zêdetirî 193 dewletan ve hatiye îmzekirin sûca şer e û li dijî mirovahiyê ye."

Di dawiyê axaftina xwe de Cemîl got, mafê şêniyên resen e ku vegerin warên xwe, kesên ku destên wan di rijandina xwîna şêniyan de heye eger vegerin dê ji hêla dadgehên Rêveberiya Xweser ve werin dadgehkirin ji ber ku sûcdarên şer in.

(şx)

ANHA


Mijarên Din