Tirkiyê li gorî hevpeymana Soçiyê tev nagere

Çavkaniyên herêmî got artêşa Tirk a dagiker hewl dide 2 nuqteyên dagirkeriyê li bajarê Xan Şêxûn ê li başûrê Idlibê ava bike û ew gav ne li gorî hevpeymana Soçiyê ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de ye.

Hewldanên artêşa Tirk a dagirker li derveyî bendên hevpeymana Soçiyê ne ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de di 17`ê Îlonê de hate îmzekirin.

Bendeke hevpeymanê jî avakirina 12 nuqteyên dagirkeriyê ji hêla Tirkiyê ve li herêmên bi navê "herêmên kêmkirina şer" e û ev nuqte hatin avakirin.

Tê pêşbînîkirin ev ku gava Tirkiyê aloziyê li parêzgeha Idlibê zêdetir bike ku ev 4 meh e şerê di navbera hêzên rejîmê bi alîkariya Rûsya û Îranê û komên çete yên girêdayî Tirkiyê de lê ranewestiyaye.

(jo)

ANHA

 


Mijarên Din