Tirkiyê, li Girê Spî 4 hezar hiktar zevî di bin avê de hêla

Dewleta dagirker a Tirk bi zanabûn asta ava çem û geliyan zêde kir. Ji ber wê 4 hezar hiktar zevîyên kantona Girê Spî di bin avê de man. Şênî vê bûyerê wek şerekî nû binav dikin.

Dewleta Tirk a dagirker li aliyekî bi gefên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li aliyekî din jî siyasetek dijminî li dijî herêmê dide meşandin.

Şerê avê rêbaza Tirkiyê ya nû-kevin e ku pê şerê gelê Sûriyê dike. Di geşedanên herî dawîn de, Tirkiyê asta ava ku ji herêmên wê ber bi kantona Girê Spî ve tê, bilind kir. Ji ber wê bi hezaran hiktar zevî di bin avê de mane.

Ji ber bilindbûna asta ava çemê El-Celab, Selûlih, geliyên gundê Sûsik û Qere Moxê derdora 4 hezar hiktar zevî di bin avê de man. Piraniya wan zeviyan li ser her du beravên çemê El-Celab in yê ku ji Tirkiyê li rojhilatê bajarê Girê Spî derbasî axa Sûriyê dibe.

Nûçegihanê ajansa me hevdîtinek bi endezyarê çavdêrê beşa Jêderên Avî ya Gerînendeya Çandinî û Sewalkariyê ya Kantona Girê Spî  Abdullah El-Xetab çêkir.

El-Xetab got: "Çandinî li kantona Girê Spî çavkaniya sereke ya jiyanê ye. Gelek jêderên avê hene ku cotkar di çandiniyê de jê sûd digirin. Jê ava çem û geliyên mîna çemê El-Celab. Ev çem wek çemê sereke li kantonê tê zanîn. Tevî komek çemên şaxî mîna çemê Xirbet El-Riz, çemê Sûsik. Heman demê de geliyên mîna Qere Moxê jî hene.”

El-Xetab destnîşan kir ku rûbera zeviyên avî yên li kantonê 600 hezar hiktar e. Jê 2 hezar hiktar bi rêya ava çemê El-Celab tên avdan.

El- Xetab got: “Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn zeviyên kantonê dibin avê de dihêle. Tirkiye niha li dijî herêmê şerê aborî dide meşandin. Tirkiyê bi zanabûn asta ava çemê El-Celab bi taybet di demên ku cotkar bi hewcedariyê ne de bilind dike. Ji ber wê gelek zirar digihin zeviyên cotkaran ên li ser beravên çeman û mal di bin avê de dimînin."

Ji bo kêmkirina bandora neyînî ya reftariya Tirkiyê, El-Xetab tekez kir ku divê şênî  bendên axî li dora zeviyên xwe çêbikin, da ku di bin avê de nemînin.

El-Xetab got: “Herêmên li ser her du beravên çemê Celab bi dirêjahiya 14 km ku ji pira Şerîan li gundê Zehlê li bakur destpê dike û li gundê El-Beyda li başûr bi dawî dibe, ji zeviyên herî zêde ku ji ber bilindbûna asta avê zirar dibînin tê hesibandin.”

El-Xetab bi bîr xist ku zeviyên li ser beravên çemê Sûsik ê ku dirêjahiya wî 5 km, li hember pirsgirêka ketina bin avê rû bi rû mane.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din