Tirkiyê ji bo kirîna SU-57 a Rûsyayê diyalogan dike

Serokê dewleta dagirker a Tirk Receb Teyyip Erdogan got ku danûstandinan wan ên der barê kirîna balafirên Rûsyayê yên SU-57 tên kirin. Ev yek jî piştî kirîn û derbasbkirina beşa duyemîn a pergala parastina asîmanî ya Rûsyayê S-400’î tê.

Sputnîk li ser zimanê Erdogan ji rojnamevanan re ragihand " Niha em danûstandinan der barê balafirên SU-57’an de pêk tînin û em ê bidomînin. Nûnerên wezaretên me li Rûsyayê ne. Piştî pêşangeha MAX-2019’an li wir dixebitin. Em ê li ser danîna mercên madî û berheman hevpar li ser maseya diyalogan bixebitin."

Erdogan careke din, gef li Amerîkayê xwe ku heke helwesta xwe li ser wergirtina Enqere ji balafirên F-35’an neguherî û wiha got: "Ku DYA’yê helwesta xwe der heqê wergirtina balafirên F-35’an de neguherî, em ê li ser rêbazeke din lêkolîn bikin."

Erdogan di serdana xwe ya pêşnageha MAX-2019’an ya balafiran de roja Sêşemê, girnîngiya kirîna balafirên SU-57’an a Rûsyayê destnîşan kir û ji hevalbendê xwe ya Rûsyayê Vladimir Pûtîn re tekez kir ku dikarin balafiran bikirin.

Piştî ku Enqere bi israr pergala parastina asîmanî S-400’î ya Rûsyayê kir, DYA’yê jî li  hemberî vê yekê di Tîrmehê de biryara derxistina Tirkiyê ji bernameya hevpar a çêkirina balafirên F-35’an stand.

Koşka Spî di daxuyaniyên dawîn de îşaret pê kir ku pergala S-400’î ya ku Tirkiyê kiriye dihêle îstîxbarata Rûsyayê agahiyan li ser balafirên F-35’an ên pêşketî de, wergirin.

(fr)


Mijarên Din