Artêşa Tirk a dagirker şevê din welatiyê bi navê Kanîwar Şahîn Cezayirî (28) dema ku nêzî sînorê Tirkiyê û Sûriyê ji gundê Xerîb rojhilatê bajarê Kobanê dixebitî kir hedef.
Di encama wê de Kanîwar birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin yek ji nexweşxaneyên bajarê Minbicê û kadroyên tenduristiyê diyar kirin ku rewşa wî ne xeter e.
Dayîka Kanîwar Wedhê Temo wiha got: "Artêşa Tirk nahêle em nêzî zeviyên xwe bibin û berhemên xwe kom bikin, dema ku diçin ser zeviyên xwe guleyan li me direşîne."
Dayîka Wedhe bi zimanekî tûj der barê binpêkirinên Tirkiyê derheqê sivîlên ser sînor wiha got: "Bes e ji Tirkiyê ku zarokên me dikuje."
Der barê mijarê, Şahîn Mistefa bavê ciwanê birîndar wiha got: "Tirkiyê sivîlan dike hedefa xwe, ku tirsê di dilê şêniyan de çêbike, her wiha me neçar bike em ji malên xwe derkevin, lê bila zanibe em ji mal û zeviyên xwe dernakevin."
Her wiha yek ji jinên gundê Xerîb Berkê Henîf li ser hedefgirtinên Tirkiyê ser sînor axivî.
Berkê wiha got: "Leşkerên Tirkiyê her tim guleyan li şêniyan direşîne, em nikarin azad bixebitin û serdana cîranên xwe bikin."
Gelek gundên Ii ser sînorê Tirkiyê hene, leşkerên Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ewlehiya welatiyan xerab dike û guleyan li wan direşîne, di encamên wan de dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne.
(jo)
ANHA