Tirkiyê gavên lêgerîna petrolê li Libya da destpêkirin

Şîrketa Petrolê  ya Tirkiye "Tabao" daxwaznameyek radestî hikûmeta Fayiz El-Serac a li paytexa Lîbya Terablusê kir, da ku destûr bide ku dest bi vekolandinê li rojhilatê Deryayê Spî bike.

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez got ku xebatên lêgerînê dê "Piştî bidawîbûna prosesê" dest pê bike.

Dibe ku ev gava ji aliyê Tirkiyê ve aloziya li herêmê kûrtir bike. Derbarê berhemên xwezayê yên li rojhilatê Deryayê Spî de, ji salan ve di navber Tirkiyê û Yewnanist de û Tirkiye û Qibrisê de nakokî hene.

Hêjaya bi bîr xistin ku hiûmeta Fayiz El-Serac di mijdara 2019‘an de peymanek bi Tirkiyê re îmze kir, li gorî herêmeke aborî ji berava Tirkiyê ya li başûrê Deryaya Spî heta beravên bakurê  rojhilatê Lîbyayê were avakirin.

Gelek welatan, di serî de Qibirs, Yewnanist, her wiha Yekitiya Ewropayê nerazîbûn bertek nîşanî peymanê dan, ku bi binpêkirinên qanûnên navnetewî wesif dikin.


Mijarên Din