‘Tirkiyê bi êrişên xwe re hemleyeke mezin a reşkirina rastiyan da destpê kir’

Ajansa The Associated Press a Amerîkayê raporeke têkildarî êrişên artêşa Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir û wiha got: “Êriş tevî propogandaryên nepixandîbûn pêk hatin da ku rastiyên ku li ser rûyê erdê diqewin, bê veşartin.

Ajansê di ropora xwe de bal kişand ser, dema ku artêşa Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di meha borî de êriş pêk aniye, pê re jî di qada medya civakî de dest bi propogandeyên mezin û pêşketî kir.

Ajansê pişrat kir ku bi hezaran wêneyên ku li ser medya civakî belav bûne, diyar dikin ku leşkerên Tirk alîkariya sivîlan dikin, lê di bingeha xwe de wêneyên sextekirî ne.

Ajansê diyar kir ku wêneyên ku hatine belavkirin ne nû bûn û girêdayî parçeyên din ên xaka Sûriyê bûn, heta ku girêdayî parçeyên din ên cîhanê bûn û têkiliya wan bi êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bûn.

Ajansê îşaret pê kir ku dezgehên çapemeniya cîhanî wêneyên qetilkirin û wêrankirina artêşa Tirk pêk anîne weşandine û piştrast kir ku îdîayên wêneyên ku artêşa dewleta Tirk belav kirine, vala derxistin.

Ajansa The Associated Press a Amerîkayê behsa çend wêneyên ku li ser rûpelên girêdayî dewleta Tirk in kir ku artêşa dewleta Tirk alîkariya sivîlan dike û îşaret bi wêneyê pîrejina ku du efserên pakistanî alîkariya wê dikin, kir ku ew leşker ne yên artêşa Tirk in, wekî ku malperên civakî yên bi piştevaniya dewleta Tirk îdîa dikin.

(eh)


Mijarên Din