‘Tirkiyê bi redkirina makanîzmeya ewlehiyê re niyetên xwe yên mêtîngeriyê eşkere dike‘

Hevserokê Meclisa TEV-DEM‘ê ya Herêma Firatê Abdurehman Demir got: "Dewleta Tirkiyê ji bilî dagirkirinê qebûl nake. Ji ber ku li ser bingehên dîktatorî hatiye avakirin û armanca wê serdema Osmaniyê vegerîne."

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêma Firatê Abdurehman Demir têkildarî gefên dawîn ên Tirkiyê ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gel wê pêkanîna pêvajoya destpêkê ya makanîzmeya ewlehiya sînorê Sûriyê Tirkiyê ji ajansa ANHA’yê re axivî. Demir anî ziman ku Tirkiyê dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tine bike û nasnameya Kurd ji holê rake.

Abdurehman Demir diyar kir ku siyaseta Tirkiyê ya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê siyaseteke dagirkerî ye û got: "Naveroka vê siyasetê ne mîna ku îdîa dike parastina ewlehiya sînorê xwe ye, lê armanc wê destkeftiyên gelê Kurd tine bike û nasnameya Kurd ji holê rake. Ev siyaset li Bakur û Rojhilatê Sûriyê sînordar nîne, lê belê kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurdê ji her kesî re eşkere ne."

Têkildarî nerazîbûna Tirkiyê ya ji hewldanên DYA û QSD’ê yên çareserkirina pirsgirêka sînor Abdurehman Demir wiha anî ziman: " Tirkiyê bi redkirina makanîzmeya ewlehiya sînor niyetên xwe yên mêtîngeriyê eşkere dike ku hewl dide sînaryoya Efrîn û dagirkirina herêmê vegerîne."

Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê ya Herêma Firatê diyar kir ku ew şer bi ti kesî re naxwazin, lê heke Tirkiyê êrîş kir dê bersiva guncaw bibîne.

 ‘Gefên me li ser ti kesî nînin‘

Girêdayî  îdîayên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meteriyê ji Tirkiyê re çêdike Abdurehman Demir wiha axivî: "Me tu êrîş li ser Tirkiyê pêk neaniye mîna ku ew îdîa dike. Lê Tirkiyê fikrê netewa demokratîk, biratiya gelen û jiyana hevbeş ku li herêmê hatiye sepandin wekî xeteriyekê dibîne. Ji ber ev fikr li dijî dîktatoriya Tirkiyê û dewleta Osmanî ye. Tirkiyê hewl dide hikumet û hebûna xwe bidomîn û li pey berjewendî û azadiya gelên xwe naçe."

Demir got: "Hikumeta Tirkiyê hewl dide vê fikrê têk bibe, ji tirsa ku demokrasî li welatê wê belav bibe."

"Divê şêniyên herêmê vegerin warên xwe"

Abdurehman Demir li ser hewldanên Tirkiyê yên bicihkirina penaberên Sûriyê li ser xaka herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha pê de çû: "Em û Rêveberiya Xweser her tim hewl didin muhacirên ku destê wan di xwîna şêniyên herêmê de tune ye, vegerînin warê wan. Ji bo kesên ceza li ser wan hene dadgeh û qanûn hene ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve têne birêve birin. Her wiha ji bo koçberên ji herêmê şer ên di navbera rejîm û komên tundraw ên li Idlibê de revîne, em amade ne wan di kampan de li rex koçberên dîtir, bi cih bikin."

Di dewama axaftina xwe de Demir got: "Tirkiyê hin kesên reviyane yên destê wan di xwîna şêniyên herêmê de heye bi kar tîne û hewl dide wan vegerînin herêmên rêveberiyê. Bi dehan rûspiyên êlan ev siyaset red kir."

Li dawiyê Demir bang li tevahî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku vegerin warên xwe.

(fr)

ANHA 


Mijarên Din