‘Tirkiyê aliyê dijber e, nabe rola wê di "Herêma ewle" de hebe‘

Siyasetmedarên Tirbespiyê, diyar kirin ku divê rola aliyê dijber di avakirina "Herêma ewle" de tune be, Tirkiyê jî aliyek dijber e, nabe rola wê di vê herêmê de hebe.

Dewletên herêmî der barê avakirina "Herêma ewle" li Sûriyê daxuyaniyan dide û dixwaze rola wê di vê herêmê de hebe. Li gorî şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nabe rola Tirkiyê di "Herêma ewle" de hebe, ji ber hebûna Tirkiyê tê wateya dagirkirinê. Şênî diyar dikin ku Tirkiyê xeteriya sereke ya ser wan e, ji ber ku destekê dide hemû rêxistinên terorîst da ku êrîş herêmê bike.

Endamê Rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Fesîh Hisên diyar kir ku Tirkiyê ji bo gelê herêmê yê ku civakeke demokratîk ava kir û bi hezaran şehîd dan, ji çeteyên DAIŞ`ê xetertir e.

Fesîh Hisên, îşaret bi vê yekê kir ku pêwîst e herêmeke ewle ji bo rêgirtina li pêşiya gef û binpêkirinên Tirkiyê yên di her heqê gelên herêmê de were avakirin û nabe rola Tirkiyê di avakirina vê herêmê de hebe.

Her wiha endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Suryan Jorej Yûsif jî destnîşan kir ku divê "Herêma ewle" di bin sîwana  navnetewî de be û ji bo parastina ewlehiya gelên herêmê divê dirêjahiya wê 5 km be. Yûsif her wiha anî ziman ku divê tu rola Tirkiyê di "Herêma ewle" de tune be, ji ber Tirkiyê dijminê gelê herêmê ye, dijminê Suriyan, Kurd û Ereb ên herêmê ye.

Hevserokê bajarokê Ebû Firi ya girêdayî navçeya Tirbespiyê Mihened El-Hebîb destnîşan kir ku pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryan xwe li dijî çeteyên DAIŞ`ê yên destek ji Tirkiyê digirin, bûn yek û daxwaz ji Koalisyona Navnetewî ku alîkariya QSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin û wiha got: "Herêmên me ewle ne."

(jo)

ANHA


Mijarên Din