Times:Isbatên bikaranîna Tirkiyê ji fosfor a Spî re zêde dibin

Rojnameya Times a Birîntanî diyar kir ku isbatên bikaranîna artêşa Tirk ji fosfor a spî re, li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriyê re, zêde dibin.

Rojnameyê got, êşa ku Elî dikişand, ne ji ber milê xwe yê jêkirîbû, ku tenê paceyekî biçûk bi girtikê ve mabû, ji ber morfînê êşa milê wî sekinandin, lê belê tişta ku jana wê dikişand, şewata pişt û newqa wî bû û dibû sedema ku nikaribe bilive.

Elî dema şewata xwe ji rojnameyê re vekir, wiha anî got: “XweZî ji berdêla ez sûretekî bikişînim, min karîbûna û nehişta ew haywanên ku min şewitandin, hin jî min bişewitînin.”

Her wiha rojnameyê diyar kir ku şewata Elî nenormal e û bihna madeya kîmawî jê difore.

Elî (21) û şervanê QSD`ê ye, li dijî DAIŞ`ê şer dikir.

Di 10`ê Cotmehê de dema Amerîka hêzên xwe ji ber biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişiyan.

Rojameyê wiha eşkere kir, di nava roj û şevekê de Elî û hevalên xwe, rastî êrîşên kafirên sûrî yên ku li Serêkaniyê ya li ser sînor e, desteka xwe Tirkiyê werdigirin hatin.

Di heman demê de êrîşên Tirkiyê ku bûn sedema jêkirina milê Elî û şewata pişt û newqa wî, ku di encama madeyeke nenas de hatine şewitandin û isbatên bikaranîna dewleta Tirk ji madeya fosfor a spî re, li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, roj bi roj zêde dibe diyar e.

Rojnameyê bal kişand ser ku bijîşkê ku Elî û yên din li nexweşxaneya Hesekê derman dikin, gotin di navbera 15 heta 20 rewşên şewatê diyar e ku bi madeya fosfor a spî hatine şewitandin.

Her wiha bijîşk ji rojnameyê re got: “Şewata ez vir dibînim, cudatir e.”

(eh)


Mijarên Din