Til Temir û Zirgan 3 meh e di bin xetereya dagirkeriyê de ne

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi armanca dagirkirina navçeyên Til Temir û Zirganê dewam dikin. 3 meh e êrişên hêzên dagirker li ser Til Temir û Zirganê bê navber dewam dikin.

Ji 9’ê Cotmeha 2019’an ve hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo berfirehkirina dagirkirina herêmên nû heye. Navçeyên Til Temir û Zirgan ji destpêka êrişan heya niha di bin xetereyê de ne. Rojane dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran her du navçeyan hedef digirin û bê navber bi balafiran herêmê keşif dikin. Li kêleka van êrişan jî berxwedana gel jî berdewam e.

DÎROKA TIL TEMIRÊ

Navçeya Til Temir anku Girê Xurmê wek ‘Sûriyeya biçûk’ tê pênasekirin. Til Temir mozaîka xwe ji pirrengiya xwe digire. Gelên Aşûr, Kurd, Ereb, Suryan û Ermen di nav wekheviyekî de lê dijîn. Til Temir anku navê xwe yê bi kurdî Girê Xurma, di navbera salên 1933-1935’an de ji aliyê malbatên Kurd û Aşûrî ve ku ji komkujiya Semelê û komkujiyên dewleta Osmanî filîtin, hate avakirin. Li navçeyê pêkhateyên Aşûrî Dêra Meryem El-Azra li ser xeta Xabûr a gund ava kir.

STRATEJIYA NAVÇEYÊ

Navçe di aliyê cografiya herêmê de xwedî cîhekî stratejîk e. Navçe girêdayî kantona Hesekê ye, 30 km dûrî bajarê Hesekê ye 40 km jî dûrî navçeya Serêkaniyê ye. 180 gund girêdayî vê navçeyê ne.

Til Temir li ser rêya navdewletî M4 e. Çiyayê Kizwanan ku di ji bo herêmê girîng e, bi 20 km li rojhilatê navçeyê ye. Navçe di heman demê de li ser rêya giştî ya ku bajarê Heleb û herêma Cizîrê bi hev ve girê dide. Bi gotineke din, Til Temir kilîta herêma Cizîrê ye. Lê rêyên wê yên cuda jî hene ku dikarin derbasî herêma Cizîrê bibin mîna ji Serêkaniyê, navçeya Zirgan, Qamişlo heta Til Koçerê.

Bajarê Til Temir ji aliyê çandiniyê ve gelekî dewlemend e. Çemên Xabûr û Zirganê ku di nava bajar re diherikin, bandorek erênî li ser çandiniya herêmê dikin. Til Temir ji ber ku dikeve navbera çemê Xabûr û Zirganê bi ava xwe ya zêde û dewlemendiya çandiniyê û xwedîkirina ajalan tê naskirin. Lê niha ji ber siyaseta dewleta Tirk av pir kêm tê.

ÊRIŞÊN DESTPÊKÊ Û BERXWEDANA PARASTINA MOZAÎKA GELAN

Piştî destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ya 19’ê Tîrmeha 2012`an Til Temir di 20'ê Cotmeha 2012'an de hate rizgarkirin. Gelê Til Temirê sazî ava kirin. Bi van saziyan jî gelê navçeyê êdî karî xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibe.

Ji aliyê din ve ji bo parastina hundirîn Hêzên Asayîşê û YPJ/YPG hate avakirin. Navçeya Til Temir xwedî mozaîkeke dewlemend e û ji aliyê çeteyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra ve bê navber rastî êrişan hat û hewl dan ku şerekî navxweyî di navbera gelên navçeyê de bidin destpêkirin.

Gelên Kurd, Ereb û Aşûrî bi hev re li hember hemû rengên êrişan sekinîn, çeteyên DAIŞ`ê di 23'yê  Sibata 2015'an de bi hemû dijwariya xwe êrişî Til Temir û gundên  wê kir.  Piraniya xwe jin, bi hezaran kesên Aşûrî revandin û dîlgirtin û hemû dêrên wan şewitandin û rûxandin.

BENDEWARIYA GELAN JI RAGIHANDINA RÊVEBERIYA XWESER

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser, Meclisa Gel a navçeyê bi 33 endamên Kurd, Ereb û Aşûrî hate avakirin. Piştre jî li navçeyê û gundên wê bi giştî 182 komîn ava kirin.

DI DEWLETA TIRK A DAGIRKER Û ÇETEYÊN WÊ DE DÎSA SIVÎL BÛN HEDEF

9’ê Cotmeha 2019’an qaşo bi navê “herêma ewle” dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Navçeya Til Temir jî bû hedefa van êrişan. Di encama êrişan de bi sedan şêniyên resen neçarî koçberiyê bûn. Hedefgirtina endamên Heyva Sor a Kurd jî armanceke sereke ya dewleta Tirk û çeteyên wê bû.

Artêşa Tirk a dagirker karwana bijîşkên rêxistina Free Burma Rangers a Amerîkayê ya ku pisporiya veguhastina sivîl û birîndaran ji herêmên şer ên di navbera gundên Reşîdiyê û Qasimiyê yên navçeya Til Temirê de dikir, topbaran kir. Di encamê de endamekî rêxistinê  birîndar bû û endamê bi nave Zaw Senk ku ji Taylandê bû (37) ji ber birîndariya giran jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên nexweşxaneya Til Temirê ya bi navê Şehîd Lêgerîn Çiya heya niha 14 sivîl di encama êrişên dagirkeriyê de birîndar bûne.

BIRÊXISTINKIRIN Û PERWERDE DI MALAN DE DEWAM DIKE

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re navçeya Til Temir deriyê xwe ji koçberên Serêkaniyê, gundewarên navçeya Zirgan û gundewarên Til Temir re vekir. Zêdetirî 4 hezar 200 malbatên koçber li dibistanên navçeyê û li malên şêniyan bi cih bûne. Ruxmî koçberiya zêde jî heya tu alîkarî ji saziyên navneteweyî nehatiye kirin û pêwîstiyên wan tenê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tên pêşwazkirin.

Her çend êriş bê navber berdewam dikin jî, perwerde li navçeyê ranewestiyaye. Gelek sazî û komîn jî ji ber êrişan di malan de perwerdeyê dibînin û xwe bi rêxistin dikin.

DI PARASTINA SÎNOR Û NAVÇEYÊ DE HEMÛ PÊKHATE CIHÊ XWE DIGIRIN

Li dijî êrişên hovane Meclisa Leşkerî a Suryanî û Hêzên Parastina Xabûr di çarçovaya parastina rewa de gel û axa xwe li hember êrişan diparêzin.  Şêniyên navçeyê jî li dijî êrişan bi çêk bûne û kolanên xwe li dijî êrişan û şaneyên vaşartî yên çeteyan diparêzin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Natoro (Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Aşûrî), Sotoro (Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Suryanî), Trafîk, Hawarî ewlehiya navçeyê digirin.

Li gorî Meclisa Leşkerî a Suryanî 30 gund di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne. Ev gundên ku di bin dagirkeriyê de, rojane rastî dizî, talan û kuştinê tên. Heya îro jî ev êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ranewestiyane.

Ji gundên navçeyê yên wekî Til Tewîl û Til Werid ji bo parastina navçeyê xwedî girîngiyeke stratejîk in. Li van her du gundan girên mezin hene. Di navbera Serêkaniyê û Til Temirê de yekem gundê Aşûriyan Til Tewîl e. Artêşa Tirk û çeteyên wê dixwazin gundê Til Tewîl dagir bikin. Her wiha gundê Um El-Kêf ku 1 km dûrî navçeyê ye, di bin êrişên giran de ye. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi van êrişan dixwazin navçeyê dagir bikin.

Ruxmî ku rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê li navçeyê ne jî, êrişên bi çekên giran berdewam in û her tim sivîl tên hedefgirtin. Lê ruxmî vê jî bêdengiya cîhanê dibe sedem ku dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe dewam bike.

NAVÇEYA ZIRGAN

Navçeya Zirganê girêdayî bajarê Serêkaniyê ye. Hejmara gundên bi ser navçeyê ve 76 e. Jêdera çemê Zirganê axa Bakurê Kurdistanê ye. Li navçeyê du girên dîrokî hene. Navçeya Zirganê ku çandiniya genim, pembo û sebze lê tê kirin, di heman demê de hezar û 300 bîrên behrî jî tê de hene.

Zirgan 30 km dûrî bajarê Serêkaniyê, 20 km dûrî Til Temir, 70 km dûrî Dirbesiyê ye ku her du bajar û navçeyan bi hev ve girê dide. Her wiha pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Aşûrî li navçeyê bi hev re dijîn.

PIŞTÎ ÊRIŞÊN HOVANE SAZKIRINA SÎSTEMÊ

Navçe di 2013`an de rastî êrişên hovane yên çeteyên Cebhet El-Nusra hat ku piştgiriya wan çeteyan dewleta Tirk a dagirker dike. Navçe di sala 2014’de bi berxwedana gelê navçeyê û YPG’ê hat rizgarkirin.

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li vir jî êdî jiyana komînal hat dest pê kirin û gel komîn û meclis ava kirin. Li navçeyê 5 komîn û meclis, li gundewarên navçeyê jî 63 komîn hatine avakirin. Pirsgirêkên gel êdî bi rêya komînan û pirsgirêkên jinan jî bi rêya Kongreya Star têne çareserkirin.

Navçeya ku di navendê de 5 û li gundewarên wê jî 84 dibistan hene, perwerde zarokan bi zimanê kurdî û erebî dihate dîtin.

LI ZIRGANÊ 9 SIVÎL ŞEHÎD BÛN, 16 BIRÎNDAR BÛN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên xwe yên li Zirganê jî dîsa sivîl hedef girtin. Di encama êrişan de li gorî Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Çiya 9 sivîl hatin qetilkirin û 16 sivîl birîndar bûn. Ji ber êrişên hovane bi sedan şênî neçarî koçberiyê bûn. Ji ber êrişan dibistanên navçeyê hatinê girtin. Her wiha komîn, meclis û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di malan de karên xwe didin meşandin.

DIBISTAN KIRIN BAREGEHÊN LEŞKERÎ

Dibistanên Zirganê ji ber êrişên hovane hatine girtin û hezar şagirt ji xwendinê bê par mane. Dibistanên ku li gundên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de ne, bûne baregehên leşkerî. Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 84 dibistanan tenê 33 dibistanên gundewarên Zirganê dest bi perwerdeyê kiriye.

XETEREYA LI SER JIYANA SIVÎLAN

Di encama êrişan de 22 gundên Zirganê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne. Gundê Til Werd jî rêya di navbera Zirgan û Til Temirê de girîng e. Ji bo vê rêyê bigirin çete êrişî vî gundî dikin. Parastina navçeyê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, her wiha leşkerên rejîma Sûriyê jî di navçeyê de cih girtine.

Êrişên hovane li ser navçeya Zirganê berdewam dikin ku jiyana sivîlên navçeyê di bin xetereyê de ne. Lê ruxmî êrişan jî gelê herêmê li ber xwe dide.

ANHA


Mijarên Din