Texmînên der barê rêgeha keştiya Îranê de zêde bûne

Keştiya ‘Adrian Darya 1’ ya Îranê duh bi şev sîstema xwe ya naskirina otomatîk a taybet girt û hêj nehatiye vêxistin.

SkyNewsê ragihand ku keştiya ‘Adrian Darya 1’ ya Îranê duh bi şev sîstema naskirina otomatîk a taybet girt û hêj nehatiye vêxistin. Keştiya Îranê ya ku DYA`yê zêdetirî 13 saetan sîstemeke taybet bi wê dişopîne û di encamê de gumanên têkildarî rêwîtiya ber bi Sûriyê ve nû kir, hate rawestandin.

Malpera ku liv û tevgera keştiyan dişopîne ‘trafficmarine.com’ piştî çend raporên têkildarî rêgeha keştiyê ya ber bi Tertûsa Sûriyê ve ragihand, duh diyar kir ku keştî li hemberî benderên Lubnanê hêdî diçe û sîstema naskirina keştiyê berî çend rojan diyar kir ku keştî ber bi benderên Yewnanistanê û Tirkiyê ve diçe.

Der barê rêgeha keştiyê de nezelalî û nakokî

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê berî çend rojan rêgeha keştiyê ragihand û got dê ber bi Lubnanê ve biçe, lê rayedarên Lubnanê ev yek red kir.

Roja şemiyê kanaleke Îranê li ser zimanê çavkaniyan ragihand ku kaptanê keştiya Îranê Adrian Darya 1 petrol firot şîrketeke lubnanî, di heman demê de wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompo demên berê rêgeha keştiyê tekez kir û got ber bi parzûngeha Sûriyê ve diçe.

Tevî ku keştî da ku 2.1 bermîlên petrola Îranê ya bi buhayê 130 milyon dolarî vala bike, ber bi Tartûsê ve diçe.

Di milekî din de berpirsên Îranê rêgeha keştiyê diyar nekir, tevî ku gotin me keştiya xwe firot û navê bikir eşkere nekirin.

DYA`yê têkildarîAdrian Darya 1 dewlet hişyar kirin û roja înê Wezareta Gencîneyê ya DYA’yê keştî xistibû lîsteya reş.

Adrian Darya 1 di meha Tîrmehê de li Cebel Tariq piştî ku desthilatê bi fikara binpêkirina cezayên Yekitiya Ewropayê yên li ser hinardeya petrolê ji Sûriyê re ew girtibû, lê berî ku hikumeta Cebel Tariq keştiyê ku di 4`ê Tîrmehê de girtibû, tevî ku DYA’yê di 15`ê Tebaxê de desteserkirina wê xwestibû, niha jî rêgeha wê ne diyar e.

(eh)


Mijarên Din