Ji bo şermezarkirina sûcên qetilkirina jinan, tevger û rêxistinên jinan ên Heleb, Qamişlo, Eyn Îsa, Dêrazor û Reqayê daxuyaniyên cuda dan.
HELEB
Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî tundiya li jinan a Helebê têkildarî mijarê daxuyanî da. Endama rêxistinê Zeyneb Elîko li pêşiya navenda rêxistinê ya li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya bi dehan endamên tevgerên jinan, daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tundiya lo dijî jinan û zarokên keçîn yek jinbonpêkirinên mafên mirovan ên herî zêde di nava civakan de belav e û li jinan û civakan diyardeyeke xetere ye.
Di heman çarçoveyê de şaxên rêxistinê yên Qamişlo û navçeya Eyn Îsayê sûcên qetilkirina Ala Mostefa El Tahir li Eyn Îsayê di 11'ê Gulanê de, Zubeyde Ebdulwehab li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê di 14'ê Gulanê de, Nûr Silêman Îbrahîm li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo di 24'ê Nîsanê de, şermezar kir.
Her du şaxên rêxistinê bang li aliyên têkildar kir ku pêkanînerên van sûcan darizînin.
REQA
Jinan û endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya û Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê sûcên li dijî jinan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku doza jinan dozeke civakî ye û pêwîst e zihniyata civakê bi temamî guhertin.
Di daxuyaniyê de banga girtina sûcdaran û darizandina wan hat kirin. Her wiha bang li jinan hat kirin ku ji bo ku li hember tundiya li ser xwe biseknînin, divê bibin yek û qanûnên jinan di pratîkê de pêk werin.
Têkildarî heman mijarê Yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê daxuyaniyek da. Endama yekitiyê Seher El Ewad daxuyanî xwend û got: "Em sûcên li dijî jinan şermezar dikin bi taybet ên li herêmên dagirkirî rû didin. Divê jin bibin yek û li hember tevahî cureyên tundiyê tê bikoşin."
dm/şx))
ANHA