Tevgera Kevana Zêrîn waneyên hunerî bi Online dide

Tevgera Kevana Zêrîn a Çand û Hunerê ya Qamişlo plansaziya perwerdeyê ya Online mîna dibistan û zanîngehan meşand da ku xwendekar perwerdeya xwe li mal berdewam bikin.

Di çarçoveya pêkanîna perspektîvên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li dijî derketina Koronavîrusê Tevgera Kevana Zêrîn a girêdayî Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê tevahiya dewre û çalakiyên xwe taloq kirin.

Tevgerê mîna dibistan û zanîgehan pergala perwerdeya Online meşand da ku xwendekar dewreyên xwe temam bikin.

Ji bo wê tevgerê komên taybet bi xwendekar û mamosteyan çêkirin. Mamoste waneyên dîtber amade dikin û ji xwendekaran re dişînin. Li rex wê jî waneyan Online didin.

Her wiha tevgerê di heftê de du roj ji bo weşandin û tomarkirina dîmenan ji hêla mamosteyên pirsporê her beşekê diyar kirin.

Tevgera Kevana Zêrîn rola xwe di amadekirina zarokan de bi rêya dewreyên akademîk di huner, wênesazî, şano, şêwekar, dîlan, yoga  û muzîkê dilîze.

Girêdayî perwerdeya Online mamoste û endama rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn Beraa Ferec Hesen ji ANHA`yê re axivî û got: “Me bi armanca berdewamkirina dewreyan ev pergal xist dewrê. Bi rêya Whatsapp me kom çêkirin. Bi rêya wan koman mamsote waneyên xwe didin û xwe digihînin xwendekaran.

Xwendekar jî waneyên birine, carek din bi awayekî pratîk tomar dikin û dişînin ji mamsoteya/yê xwe re, da ku piştrast bibin ku xwendekar wane bi awayekî rast girtiye. Ger şaştî jî hebin mamoste yekser bi rêya wan koman agahî didin xwendekar da ku wan kêmasiyan derbas bikin û bersîva pirsên wan didin.

Girêdayî astengiyên ku rastî wan tên Beraa got: “Ji ber qutbûna kehrebeyê di piraniya caran de, derfet ji tevahiya xwendekaran re peyda nabe ku tevli weşana zindî bibin. Her wiha di piraniya malan de tora enternetê tune ye.”

Li gorî tevgerê hejmara xwendekarên ku sûd ji vê pergalê digirin 60 û temenên wan di navbera 7 û 14 saliyê de ne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din