Tevgera Jinên Komunîst: Hêzên emperyal destekê didin êrişên dewleta Tirk

Tevgera Jinên Komunîst a Şoreşger li kantona Hesekê û Kobanê banga têkoşîna li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê kir.

Tevgera Jinên Komunîst a Şoreşger li kantonên Hesekê û Kobanê bi daxuyaniyekê dagirkirina dewleta Tirk ji xaka Sûriyê re û sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, şermezar kirin.

Li Hesekê daxuyanî li kampa Serêkaniyê ji aliyê endama Tevgera Jinên Komunîst Barîn Guneş ve hate xwendin. Bi dehan endamên Kongreya Star, Tevgera Jinên Komunîst a Şoreşger û jinên li kampê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Li Kobanê daxuyanî li Qada Jina Azad hat dayîn. Bi dehan jin û endamên Tevgera Jinên Komunîst tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Di her du daxuyanî wiha hate gotin: "Binpêkirinên dewleta ên Tirk li dijî jinên Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û hemû herêmên dagirkirî didome, rojane nûçeyên revandin, kuştin û tecawizkirina jinan têne bihîstin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya hedefgirtina jinan dixwaze rêveberiya ku li herêmê hatiye ragihandin, binpê bike. Efrîn cihê şoreşa jinan bû, ji dema hatiye dagirkirin û heta niha dewleta Tirk dixwaze sîstema me û destkeftiyên jinan binpê bike.

Hêzên emperyal bi taybet DYA, Rûsya û dewleta Tirk destekê didin êrişan. Tu agahî der barê hejmara jinên hatine revandin de tune ne û bi sedan jin hatine tecawizkirin.

Serêkaniyê mînaka biratiya hemû pêkhateyan bû. Lê piştî hatiye dagirkirin tijî hovîtî û zilm bûye.

Kirinên hovane li dijî jinên êzidî dê her tim di bala mirovahiyê de ne. Em ê tolê rakin û em wan kirinan tu carî ji bîr nakin.

Erka me ye ku em rê li pêşiya dagirkirina herêmên din bigirin û divê berxwedana jinan berfirehtir bibe. Em wek jin dê bi gelê xwe re şer bikin, tolê rakin û em ê êrişên li dijî şoreşa bisekinin û em ê têkoşîna xwe bikin yek."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina sûcên li herêmên dagirkî bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din