Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dêrikê di salvegera şehadeta wî ya 8`emîn de, şehîd Xebat Dêrik bi bîr anî.

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan berê xwe da Goristana Şehîd Xebat Dêrik da ku beşdarî merasîma bîranîna salvegera 8`emîn a şehadeta Xebat Dêrik bibin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan Silava Cacan wiha axivî: "Di kesayeta şehîd Xebat Dêrik de em hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê bi bîr tînin û soza şopandina rêya wan ta pêkanîna armancên wan nû dikin."

Her wiha îşaret bi rola sereke ya ciwanan di şopandina rêya şehîdan û pêkanîna xeyalên wan de kir.

Piştre beşdaran gul danîn ser gor şehîd Xebat Dêrik. Her wiha sînevîzyonek der barê jiyan û têkoşîna damezirînerê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) fermandar Xebat Dêrik de hate nîşandan.

Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din