Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xist. Her wiha desteka xwe ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî êrişên dagirkeran diyar kir.

Bi sedan ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê berê xwe da navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê. Ciwanan ala Tevgera Ciwanan, ala Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, wêneyên birîndarên  şer, her wiha pankartên bi nivîsa "Na ji şeraketa we bi dagirkeriya Tirkiyê re" û "Berxwedana Rojava û berxwedana mirovahiyê biparêze" hildan.

Meşê ji çerxerêya navçeya Ehres dest pê kir û ber bi qada giştî ya navçeyê ve çû. Di meşê de dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

Meş li qada giştî ya navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê zarokên şehîdan û Tevgera Ciwanên  Şoreşger a Sûriyê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endamên Tevgera Ciwanan ve Ehmed Silêman û Emîna Bakîr ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 9 sal derbas bû ku alozî veguherî şerekî navdewletî. Her wiha hat tekezkirin ku dewleta Tirk a dagirker ji destpêkê ve xwîna gelên herêmê û bi taybet gelê Kurd ku rastî qirkirin û kuştinê tê, dirijîne û Şengal, Kobanê, Efrîn û niha Bakur û Rojhilatê Sûriyê şahidê vê yekê ne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku projeya neteweya demokratîk tune bike û DAIŞ`ê ji nû ve aktîf bike, piştî ku QSD`ê ew tune kir, her wiha dixwaze derbeyê li jin û ciwanên ku şoreşê bi rê ve dibin, bixe.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî ciwanan hat kirin ku tev li hêzên ku parastina xaka Sûriyê û rûmeta gelê Sûriyê dikin, bibe û şopdarên rêya şehîdan bin. Her wiha soz hat dayîn ku dê li kêleka QSD`ê li hember êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin.

Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina Berxwedana Rûmetê û Berxwedana Serdemê bi dawî bû.

(bx)

ANHA


Mijarên Din