Tevgera Azadî li ser rewşa Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî kir

Tevgera Azadî li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand ku ti hêzek weke PDK’ê rewşa ewlekarî û jiyana vê herêmê têknedaye. Tevgera Azadî da zanîn ku PDK bi bicihkirina planên dagirkeran, ezmûna Herêma Kurdistanê têk dide. Tevgera Azadî bang li hemû aliyên siyasî kir da ku bi hev re dijî planên dagirkeran derkevin û yekîtiya netewî pêk bînin.

Tevgera Azadî li baregeha xwe ya bajarê Silêmaniyê, li ser rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê û bêhelwestiya Hikumeta Herêma Kurdistan ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk, daxuyaniyek çapemeniyê da. Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî Nerîman Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Li gorî me ti hêzek qasî PDK’ê rewş, ewlekarî, derûnî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê têk nedaye. Ti aliyek weke PDK’ê ezmûna vê herêmê ber bi xirabûnê ve nebiriye û bêrêziyê li hemberî xwîna hezaran şehîd nekiriye. Ji bo vê bê belge naaxivîn û belge li pêş çavê me hemûyane.

Em bang li xelkê welatparêz dikin da ku bi hemû awayekî rê li ber şerek navxweyî bigrin. Em weke hêzek muxalefet ya li Herêma Kurdistanê û Iraqê, parastina ewlekariya vê herêmê weke erkek xwe dibînin. Hemû aliyên din jî berpirsyarê vê yekê ne.

BANGA ÎTÎDALÊ LI PDK’Ê HATE KIRIN

Em bang dikin ku PDK siyaseta xwe ber çavan re derbas bike, vê pêngava dijî çalakvan û azadîxwazên navxweyî û derveyî welat, bi taybet Hewlêr û Behdînan rake. Li dijî hêzên welatparêz û şoreşgeran vî zimanî dijber bi kar neyne. Ji ber ku ev tenê zimanê Baas û dewleta faşîst a Tirk e.

Di dewama daxuyaniyê de banga hesytariyê li hemû partî û rêxistinên Kurdistanê hate kirin û hate xwestin ku demildest yekrêziya navmala kurdî bête pêkanîn. Di daxuyaniyê de bang li YNK, Tevgera Goran, Hêzên Îslamî, KNK û hemû sazî û rêxistinên derveyî welat ên Kurdistanî hate kirin ku dengê xwe bikin yek, dijî helwesta şaş a PDK’ê rêya aqil û ser binemayê neteweyî araste bikin.

 


Mijarên Din