Tevî ku astengdar in, lê xeyalên xwe pêk anîn

Mistefa, Idrîs û Ehmed tevî ku astengdar in, koma stranan a Gulav avakirin.

Koma Gulav yek ji komên mûzîkê yên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê ye. Kom ji Mistefa Wehab, birayê wî Ehmed û Idrîs Xalid Abdullah pêk tê. Fikrê kom avakirinê fikre Idirs Xalid bû. Endamên komê li 5 amûrên didin. Kom xebatên xwe didomîne û ronahiyekî dide navendê.

Idrîs ê ku ji destê xwe astengdar e, dixwest komek hunerî ava bike. Ev derfet jê re peyda bû û piştî rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ`ê xewna xwe pêk anî û kom ava kir.

Mistefa ji herdu çavanên xwe kor e. Li rexma wê jî xwedî behreyek mezin e. Li 5 amûrên mûzîkê dixe; Cimbiş, ûd, tembûr, kemence û gîtar.Dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrişî Kobanê kirin, amûrên wî hemû şikandibûn. Ev yek jî Mistefa pir aciz dike.

Ehmed jî wek birayê xwe Mistefa kor e. Herdu bira bi dayîk û bavê xwe re li Kobanê dijîn. Lê eslê xwe ji gundê Til Ehmed ê gundewarê Girê Spî ne. Ehmed birayê mezin e û di 14 saliya xwe de fêrî tembûrê bûye. Mistefa jî bi dizî tembûra wî lêdixist. Ehmed nedihişt Mistefa nêzî tembûra wî bibe, ji bo dozana têlan neguhere. Lê Mistefa bi dizîka di odeyekê de bi xwe fêrî lêdanê dibe.

Mistefa bi israr û hezkirina xwe ji muzîkê re tevahiya astengiyên li pêşiya xwe dişkîne û astendariya xwe derbas dike. Mistefa kor e û zehmetiyan di axaftinê de dikşîne.

Heta di mal de jî Mistefa û Ehmed alîkariya dayîka xwe dikin. Bi tenê çay çêdikin û pêwîstiyê rojane.

Mistefa yê ku astendariya xwe derbas kiriye li gelek ritmên muzîkê dide jê nehewand, hîcaz, seba, beyat û xerîb kar ên ku hunermendê nemir Baqî Xido bikar dianîn.

Mistefa hêvî dike amûrên muzîkê mîna cimbiş, ûd û gîtar bi dest bixe ji ber ku li cem wî tune ne. Tenê tembûr û kemenceya wî hene.

Çîroka van her sê astengdaran ên ku astendariya xwe derbas kirine, îsbat dike ku mirov bi vînê dikare tişta nepêkane pêk bîne. Astengdarî jiyana mirova ranewestîne.

(şx)

ANHA


Mijarên Din