Tevî dûrxistina Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Guterres gihandina lihevkirina destûrê ragihand

Sekretêrê Giştî yê NY`ê Antonio Guterres ragihand ku aliyên Sûriyê li ser avakirina komîteya amadekirina destûra nû ji welêt re li hev kirine û diyar kir ku dê ew yek destpêka siyasî ji bo çareseriya aloziyê be, lê behsa dûrxistina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya amadekirina destûrê nekir.

Antonio Guterres duh di civîneke çapemeniyê li navenda NY`ê li Newyourkê wiha got: "Niha hevpeymanek di navbera hemû aliyên de ji bo çêkirina komîteyê heye û Nûnerê Navneteweyî Geir Pedersen tedbîrên dawîn bi aliyan re datîne, em hêvî dikin ku di demeke nêz de bidawî bibe."

Tevî teqezkirina berpirsê navneteweyî di beşdarbûna hemû aliyan di forma destûr de, lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nîqaşên der barê amadekirina destûra nû ji welêt re hatin dûrxistin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêje ku dûrxistina wan ji forma destûra nû ji Sûriyê re, dê ev destûr ne demokratîk be, ji ber ew 6 milyon kes ji pêkhatyên cuda dûr dixe û dê nûnertiya hemû gelê Sûriyê neke.

Guterres wiha domand: "Em hêvî dikin ku ev gava pir girîng di sererastkirin rewşan û çareseriya siyasî ji vê aloziyê re peyda bike."

Ev çend mehên Netewên Yekbûyî di avakirina van komîteyan de dixebite, ku divê ji 150 endaman pêk were, jê 50 kes hikumeta Sûriyê wan hildibijêre, 50 kes opozisyon hildibijêre û 50 kes Nûnerê Taybet ji NY`ê re hildibijêre, da ku nêrînên pisporan û nûnerên civaka sivîl jî bigre.

Hîna lihevkirin li ser navên di lîsteya sêyemîn pêk nehatiye, ev yek jî nakokiyan di navbera Şam û NY`ê de çêdike, lê diplomatan diyar kirin ku nakokiya di navbera herdu aliyan de di havînê li ser navekî tenê ji vê lîsteyê, kêm bû.

Der barê avakirina komîteya destûrê, nakokiya di navbera opozisyonê û hikumeta Sûriyê jî didome, ew yek jî li ser mekanîzma vê komîteyê û belavkirina erkan di navbera endamên xwe de.

(jo)


Mijarên Din