TEV-DEM sûcên ku li dijî şêniyên Efrînê pêk tên bi du karesatên rêxistinkirî wesf kir, yek ji aliyê artêşa Tirk û ya din jî ji aliyê hikumeta Şamê ve ye û wiha daxuyand: "Karesata yekemîn di hundirê Efrînê de pêk tê û hewldana qirkirina komî û etnîkî tê kirin û ya din jî li dijî koçberên li kampên Şehbayê pêk tê, ligel topbarana dewleta Tirk, hikumeta Şamê dorpêçê li dijî şêniyan ferz kiriye û her du alî ji bêdengiya navneteweyî sûdê werdigirin."
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Bi destpêka sala 2018`an re û di encama lihevkirinên navneteweyî de, herêma Efrînê û gelê wê bi êrişên artêşa Tirk ên hewayî û bejahî re rû bi rû ma. Her wiha bi hevkariya komên çeteyan di yekemîn êrişê de 72 balafirên şer bi kar anîn.
Armanc êrîşan dagirkirina herêmê, parçekirina xaka Sûriyê û tevlêkirina li xaka Tirkiyê ye. Li aliyekî din jî ev êriş bi armanca şikandina vîna pêkhateyên herêmê û destkeftiyên wan ên avakirina saziyên xwe yên demokratîk bû.
Di pêvajoya 3 salên derbasbûyî de li Efrînê bir her awayî sûc hatin kirin. Bi vê yekê pîvanên navneteweyî hatin binpêkirin. Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê dikin em weke projeyeke herî xeter dibînin. Ev weke destpêka pêkanîna plan û projeya Mîsaka Mîllî ye. Ev raste rast terore.
Şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe da, parastina herêmê û nirxên xwe kirin, li dijî duyemîn dewleta NATO`yê sekinîn. Ji lew re ev berxwedan wek Berxwedana Serdemê" hate pênaskirin. Gelê Efrînê li hemberî dewleteke xwedî çekên giran û teknîka herî herî pêşketi li ber xwe dan. Ji ber vê yekê şêniyên Efrînê neçar kirin ku di nava du karesatan bijîn; ya yekemîn di hundirê Efrînê bi xwe de tê meşandin ku ew jî hewldana qirkirina komî û etnîkî ye û li dijî sivîlan sûcên revandin û destdirêjiyê pêk tînin û ya duyemîn jî li dijî koçberên li kampên Şehbayê tê meşandin e ku ew jî bi topbarana dewleta Tirk û siyaseta dorpêçkirinê ya ji aliyê hikumeta Şamê ve, rû bi rû dimînin. Hikumeta Şamê û dewleta Tirk ji bêdengiya navneteweyî sûcên xwe berdewam dikin û ev jî berpirsyariya qanûnî û mafnasî ya avakirina sîstemeke civakî navneteweyî kêm dike.
Em wek TEV-DEM`ê bang li hemû saziyan, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî yên parastina mafên mirovan, rêxistinên taybet bi karên jinan û raya giştî dikin ku têkildarî sûcên derexlaqî û dermirovî helwesteke cidî nîşan bidin.
(eh)
ANHA