TEV-DEM`ê şagirtên ku tev li pêşangeha hunerî bûn xelat kirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdarên pêşangeha hunera şêwekariyê ya ku li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê hate vekirin, xelat kirin.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê  û Berxwedana Rûmetê pêşangeha hunera şêwekariyê bi slogan "Bi rengên xwe em ê tola zarokên Efrînê rakin" duh hate vekirin.

Di pêşengeha ku 50 xwendekar bêşdar bûn de 100 tablo hatin pêşandan.

Di roja duyemîn anku ya dawî Tevgera Civaka Demokraîtk (TEV-DEM) û Yekitiya Rewşenbîrên taxa Şêxmeqsûdê xwendekarên ku bi berhemên xwe tev li pêşangehê bibûn, xelat kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din