TEV-DEM: Êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê êrîşên li dijî Şengalê ne

TEV-DEM`ê komkujiya Şengalê şermezar kir û bang li civaka Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê yekîtiya xwe bi hêz bikin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê bi boneya 5`mîn salvegera komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku êrîşên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê êrîşên li dijî Şengalê ne.

TEV-DEM` di daxuyaniya xwe de şehîdên komkujiya Şengalê bibîr anîn û wiha dewam kir ``Pênc sal di ser komkujiyê re derbas bûn, tevî ku DAIŞ li ser erdê hatiye tunekirin jî, lê hîna dadgeheke navdewletî nehatiye avakirin û ew terorist û hevalbendên wan ku pişgiriya wan kirin  nehatine darizandin. Civaka êzîdî û her kesên ku li dijî DAIŞ`ê şer kirin li bendê ne ku ev dadgeh bête avakirin û kujerên fermana 73`an bêne eşkere kirin``.

TEV-DEM`ê bal kişand ser gefên dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û da zanîn ku ev gef ``li dijî Şengalê û civaka Kurdî û Êzîdî ne, armanca wan ew ku DAIŞ`ê dîse zindî bikin. Lewma dagirkeriya Tirkiyê bi hevkariya hin aliyên Kurdan hwel didin rêveberên tevgera azadiyê li Şengal û Başûr reş bikin``:

Di daxuyaniya TEV-DEM`ê de hate gotin ku civaka Êzîdî ne mîna berê ye, nih xwedî hêz û vîne û dikare destkeftiyên xwe biparêze.

TEV-DEM`ê di dawiya daxuyaniyê de komkujiya Şengalê şermezar kir û bang li civaka Kurdistanê kir ku yekîtiya xwe bi hêz bikin û ``destketiyên gelê Kurdistanê biaparêzin, teror û dagirkeriyê bi dawî bikin û rê li pêşiya ferman û komkujiyan bigirin``.

(kn) 


Mijarên Din