TEV-DEM: Qurbaniyên ku li Şengalê hatin dayîn bûne zemîna rêya me ya îro

TEV-DEM, di salvegera 6`an a komkujiya li Şengalê de daxuyaniyek da û got:  "Qurbaniyên ku li Şengalê hatin dayîn bûne zemîna rêya me ya îro."

Bi rasthatina salvegera 6`an a komkujiya li Şengalê ya ku çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de li dijî civaka Êzidî pêk anîbû, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek nivîskî weşand.

TEV-DEM`ê, komkujiya li Şengelê û sûcên çeteyên DAIŞ`ê yên der exlaqî yên li dijî jinan û civaka  Êzidî şermezar kirin û got: "Çeteyan ji komkujiyê û sûcên ku kirine, armanc dikirin êzidiyan qir bikin û çand û dîroka wan tune bikin. Her wiha dixwestin êzidiyan bidin koçberkirin da ku demografiya wê herêmê biguherin. Tişta ku komên terorîst li Şengalê pêk anîne xaleke şer li ser eniya tevahî mirovahiyê ye. Hêzên tekfîrî û zilmane hovîntirîn êrişên barber di dîroka nûjen de, ji qirkirina etnîkî, mezhebî û olî li dijî civakeke aştîxwaz pêk anî ku rojekê ziyan negihandiye kesekî , lê belê sembola lêborîn û aştiyê bû."

TEV-DEM`ê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku komên terorîst tevahiya cureyên çekan û yên qedexekirî bi kar anîn û komkijiyên hovane yên dûrî nirx û pîvanên navdewletî pêk anîn û ev tişt diyar kir: " Çeteyan cudahî nekirin di navbera jin, zarok û temenmezin de. Heta cihên dîrokî ji sûcên wan nefilitîn."

TEV-DEM`ê bal kişand ser ku tiştên ku çeteyên DAIŞ`ê nikarîn li Şengelê pêk bînin, îro Erdogan destekerê komên terorîst êrişî Şengalê dike û sivîlan dikuje û şerê Erdogan ne tenê li dijî êzidiyan e lê  belê li dijî her kurdekî ye.

TEV-DEM`ê bêdengiya rêxistin û hêzên navdewletî ji bo pêkanîna aştiyê û parastina êzidiyan şermezar kir. Her wiha berxwedana Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê silav kir û bi bîr xist ku şervanan berxwedanek destanî nîşan da û Şengal parast û wiha got:" Qurbaniyên ku li Şengalê hatin dayîn bûne zemîna rêya me ya îro."

TEV-DEM`ê di dawiyê de sersaxî ji civaka Êzidî bi giştî û malbatên Êzidî yên qurbaniyên komkujiyê bi taybet re xwest û piştgiriya xwe bi civaka Êzidî re heta ku êriş li dijî wî bi dawî dibin, rave kir.

(şx)


Mijarên Din