TEV-DEM: Ocalan nûnertiya hêvî û vîna mirovahiya azad dike

TEV-DEM’ê Komploya Navneteweyî a li dijî rêber Ocalan di salvegera 21’emîn de şermezar kir û wiha da zanîn: "Ocalan nûnertiya hêvî û vîna mirovahiya azad dike, têkoşîn û xebatê ji bo avakirina aştî, demokrasî û diyaloga avaker pêk tîne. Her wiha çareyên ji bo xebata aştiyê li Tirkiye, Sûriye û tevahî herêmê dibîne. Lê mixabin dewleta Tirk a ku plana komployê pêk aniye, tu girîngiyê nade van çareyan."

Bi rasthatina salvegera 21’emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a 15’ê Sibata 1999’an, TEV-DEM’ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

"Destpêkê, em Komploya Navneteweyî ya ku hêzên şer û tarî li dijî rêberê gelên bindest bi kiryara qurnazî û derexlaqî pêk aniye, bi tundî şermezar dikin. Tevahî dewletên kapîtalîst, bi hevkariya tevahî istîxbaratên gelek dewletan tev gerîn ku vê girêbesta dawiya sedsala 20’an ji faşîzma Tirk re pêşkêş bikin ku rêber Abdullah Ocalan dîl bigirin. Bi rêya vê komployê xwestin vîna gelê Kurdistanê û destkeftiyên wan, her wiha vîna şoreşa azadî û yekitiya gelan derbe bikin û li aliyekî din jî hêviyên gelên herêmê yên bangî azadî û wekheviyê li ser esasê metodên biratiya gelan û jiyana hevbeş dikin, lawaz bikin.

21 sal e rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide û dewleta Tirk tecrîda girankirî bi pêkanîna kirêttirîn kiryarên şovenîst a ferzkirina cezayên derhiqûqî, ferz dike, jê jî hewldanên jehrîkirin û nehiştina serdana malbat û parêzeran in. Her wiha ev kiryarên ku hikumeta Tirk a faşîst pêk tîne, nîşaneya aciziya gihîştina rêbazên aştî û demokrasiyê ne.

Rêber Ocalan nûnertiya hêviya vîna mirovên azad û vîna çînên civakê yên afirîner dike, têkoşîn û xebatê ji bo avakirina aştî, demokrasî û diyaloga avaker pêk tîne. Her wiha çareyên ji bo xebata aştiyê li dewleta Tirk, Sûriyê û tevahî herêmê dibîne. Lê belê mixabin, dewleta Tirk a ku plana komployê pêk aniye, tu girîngiyê nade van çareyan. Lê berovajî wê tundî, terorê, hêza ewlehî û leşkerî bi kar tîne ku vê komploya kirêt berdewam bike. Bi wê re jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin û guhartina demografiya herêmê bi hewldana çewisandina nasnameya kurdî û qirkirina wê pêk tîne.

Berxwedana ku gel pêk tîne ya ku xwe dispêre felsefeya jiyana azad û rizgarkirina ji koletiyê ye. Her wiha gel di felsefeya neteweya demokratîk de dibîne ku rêya yekane ya çareseriyên tevahî pirsgirêk û aloziyên li herêmê ye.

Em wek TEV-DEM bang li tevahî azadîxwaz û demokratên li cîhanê dikin ku sekneke garantor pêk bînin ku azadiya rêber Apo bixwazin û ji bo binketina vê komployê bixebitin. Ji ber ku rêber Apo êdî bûye semola azadiyê, ne tenê ji Kurdan re, lê belê ji tevahî gel û pêkhateyên ku azadiya xwe bi azadiya Ocalan re dibînin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din