TEV-DEM: Divê civaka navdewletî piştevaniya qurbaniyên erdheja li Bakur bike

TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdheja li bajarên Bakurê Kurdistanê re xwest û bang li rêxistinên navneteweyî yên mirovî kir ku xizmetguzariyên mirovî û civakî ji şêniyên pergende bûne re, pêşkêş bikin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek der barê erdheja ku li bajarên Bakurê Kurdistanê de çêbûye û di encamê de qurbanî çêbûne, weşand.

Daxuyanî wiha ye:

Destpêkê sersaxiya malbatên qurbaniyan dikin û hêviya şifaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.

Ev ne cara yekem e ku bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê rastî erhejê tên, her wiha wekî navenda erdhejan tê hesîbandin û di encamê de ziyanên madî û mirovî pêk tên. Tevî zanîna hikumeta Tirkiyê ya xetereya pêkanîna erdhejan li van herêman, lê berpisriyara xwe der barê piştevanî û girtina tedbîrên guncaw li hember van karesatên xwezayî de, nagire. Her wiha gelek herêm û bajarên Tirkiyê bi erhejan bandor bûne. Ev jî nîşaneya nebaşbûna lêkirina avahî û formekirina wê ye, da ku herî kêm li hember erdhejan parastî bin.

Lê belê hikumeta faşîst a Tirk hewl dide sûdê ji van karesatan ji aliyê siyasî ve wergire, da ku rihm û hestyariya rêxistinên mirovî yên navneteweyî û herêmî wergire. Her wiha ji dêvla girîngî dida xetên gaza xwezayî û qezenca mezin, diviyabû girîngî bida avakirina jêrzemînên di bin avahiyan de ku bibûna cihên hewandina bi hezaran mirovên ji tirs û xofa erdhejan li kolan û qadan dimînin.

Em wek TEV-DEM’ê bang li rêxistinên navdewletî yên mirovî dikin ku xizmetguzariyên mirovî û civakî ji şêniyên pergende bûne re, pêşkêş bikin. Her wiha şênî tu piştevanî û piştgiriyên hikumeta Tirkiyê wernegirtine. Li aliyekî dîtir em spasiya helwestên mirovî yên gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê dikin ku piştevaniya birayên xwe ji Tirk û Kurdan di vê tengezariyê de kirine."

(fr)

ANHA


Mijarên Din