TEV-DEM`ê cejna Qurbanê li hemû gelê Sûriyê pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê cejna Qurbanê li gelên Sûriyê pîroz kir û hêvî kir ku hemû gelên Sûriyê vegerin welatê xwe.

TEV-DEM`ê daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir û cejna Qurbanê li hemû gelan pîroz kir û xêr ji hemû kesî re hêvî kir.

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye:

"Gelê Sûriyê di nav hewayekî trajîk de cejna Qurbanê piştî têkbirina terorê di aliyê demografîk de, pîroz dike. Hîna pir alî hene ku dixwazin nakokiyê xurt bikin û terorê vejînin, vê yekê bi rêya gefên rojane û komkirina hêzên çekdar li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk tînin.

Em baş dizanin ku diyalog parçeyekî girîng ji çareseriyê ne, ji ber vê yekê em erka xwe pêk tînin û hewl didin ew li ser rûyê erdê pêk were, hêvî dikin diyalog bibin rêya hemû gelên Sûriyê.

Ev cejn derbas dibe û gelê me yê Efrînê û gelek herêmên sînor ên dagirkirî ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, hîna hemû kiryarên qirêjî li Efrînê pêk tînin, her wiha gelê me li kampên kantona Şehbayê rewşên jiyanî yên xirab derbas dikin. Mixabin ku gelekî resen heye û li derveyî welatê xwe ye û li pêş çavê cîhanê bi qirkirinê re rû bi rû dimînin.

Em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya hatina cejna Qurbanê ya pîroz, hemû gelê xwe û di serî de malbatên şehîdan û lehengên me yên gazî û hemû gelê Sûriyê pîroz dikin. Hêvî dikin aştî û îstiqrar di zûtirîn demê de li hemû Sûriyê pêk were.

Bi vê boneyê em banga girîngiya vegera şêniyên resen li welatê xwe û di nav de gelê me yê Efrînê, dikin.

Em tekez dikin ku dagirkeriya Tirkiyê şûrê jehrê di bedena gelê Sûriyê de ye û yê herî li pêşiya çareseriyan disekine, ji ber vê yekê divê ew bê derxistin. Armanca Tirkiyê ye ku bi dehan terorîstên di zindan û kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rizgar bike, wê yekê jî dixwaze bi rêya avakirina herêmên ewle pêk bîne.

Di dawiyê de em soza xwe her tim dubare dikin, tekez dikin em di rêya şehîdan de dimeşin da ku serkeftin û demokrasî li gorî pîvanên ku em bi rêya projeya neteweya demokratîk baweriyê pê dikin, pêk were.

Her sal û gelê me û hemû gel û pêkhateyên herêmê bi xêr bijîn.”

(jo)

ANHA


Mijarên Din