​​​​​​​Tevî delîlên sûcên dagirkeriyê, lê civana navneteweyî li hember Sûriyê di xewek giran de ye

Civaka navneteweyî di xewek siyasî de ye. Guh nade delîl û isbatên komkujî û sûcên ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Sûriyê pêk tînin. Piraniya wan komkujî û sûcan bi rêya kamîreyên çapemenî yên herêmî û navdewletî hatine belgekirin, li gel êrişa wê ya dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên "Artêşa Watanî" li dijî sivîlan li Sûriyê êdî nayên veşartin. Ji ber ku rojane li ser dazgehên çapemenî yên herêmî û rojavayî bi tevahiya şaxên wê yên dîtberî, nivîskî û guhdarî ev binpêkirinên têne weşandin. Di piraniya wan de asta hovîtî û sûcên li dijî gelê Sûriyê yê ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin îsbat dikin.

Çîrokên malbatên ku ji malên xwe di bin gefxwarina bi kuştinê de koçber bûne û nikarin vegerin malên  xwe ji van delîlan e. Çîroka malbatê Efaf Mihemed El-Hisên mîna çîrokên bi hezar in koçberên bajarê Serêkaniyê ye. Malbat di bin tehîda bi kuştinê ji malê xwe derket.

Efaf 40 salî ye piştî ku çeteyên Tirkiyê yên bi navê "Artêşa Watanî" derbasî bajêr dibin neçar dimîne mal û milkên xwe li şûn xwe bihêlin û niha di nav kampa Waşokanî de ya li rojavayê navenda bajarê Hesekê li rojhilatê Sûriyê dimîne. Efaf got: "Artêşa Azad derbasî herêmên me bûn û li ber çavên me bi zora çekê beyî ku em deng bikin, mal û milkên me talan kirin. Piştre malên me şewitandin. Her wiha dikan jî talan kirin."

Efaf wiha domand: "Bi zora tehîda kuştinê, eger em ji malên xwe dernekevin me dan koçberkirin. Gotin dua bikin hûn hîna sax in. Di nîşaneyekê de ku hatine herêmê ji bo ku şêniyan bikujin, milkên  wan talan bikin û demografiya herêmê biguherin."

Derbarê hewldanên şêniyan ji bo ku vegerin warên xwe jina temenmezin Meryem El-Xelîf(80 salî) a ji bajarokê Im El-Xêr ê girêdayî bajarê Serêkaniyê destnîşan kir ku çeteyên "Artêşa Watanî" nehiştine ew vegere ware xwe. Heta nehiştine tiştekî ji milkên xwe derxîne ji bo ku di cihê xwe yê nû de di kampê de bi kar bînim û wiha domand: "Nehiştin heta mirîşka xwe bînim. Li min dan û min ji herêmê derxistin. Derfet çênebû mala xwe cara dawîn bimînim. Ji ber ku tirsîm min bikujin."

Rêzebinpêkirin û sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Sûriyê ji kuştin, talankirin û destavêtin didomin. Ji bakurê welêt ji Cerablusê bigire, Bab, Ezaz, Efrînê heya bigihêje rojhilatê welêt li Serêkaniyê û Girê Spî.

Ajansa me bi sedan belge, wêne û dîmenên ku asta sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diyar dikin belav kirin.

Tevî belge û delîlên ku bi rêya wan dazgehên çapemeniyê têkildarî çîrokên koçberên di nav kampan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û serpêhatiyên şahidên wan binpêkirinan têne belav kirin, lê civaka navneteweyî bêdeng e. Tenê daxuyaniyên şermûk piraniya wê siyasî ne didin ku asta berjewendiyên wê yên bi Tirkiyê ya dagirker re diyar dike.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên "Artêşa Watanî"  ji 9`ê Cotmehê ve êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di encamê de zêdetirî 300 hezar kes ji şêniyên resen ji herêmên ser sînor û yên dagirkirî koçber bûn tevî wê jî zêdetirî 400 sivîl hatin kuştin. 

(şx)

ANHA


Mijarên Din