Tevî îdîayên agirbestê şer berdewam e

Li herêmên qaşo bêçek tevî agirbesta yekalî ku di dawiya meha Tebaxê hate ragihandin, topbaran û şer berdewam e.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li herêmên qaşo bêçek hêzên rejîmê ji duh bi şev û heta vê sibê topan diavêjin Sermaniyê, Hiwêca ya li Selhil El-Xab ên li bejahiya Bakurê rojavayê Hemayê û Şêx Mistefa, Meret Hermê, Neqîr, Rekayê, El-The, Tehtiyê, Erîniyê yên li başûrê bejahiya Idlibê û eniyên Kebanê yên li Cebel Ekrad. Agahiyên têkildarî windahiyan tune ne.

Hêzên rejîmê moşek avêtin bajarokê Zîmar ê bejahiya başûrê Helebê û duh bi şev jî firokeyên rejîmê eniyên Kebanê yên li bakurê Laziqiyê kirin armanc.

Di encama şerê hêzên rejîmê û çeteyên Heres El-Dîn li ser bajarokê Zîmar ê li başûrê bejahiya Helebê de, roja pênşemê 3 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên qaşo bêçek ji 30`ê Nîsanê ve, di encama topbarana hêzên rejîmê, balafirên Rûsyayê û şerê di navbera hêzên rejîmê û çeteyên Tirkiyê de, 4 hezar û 160 kesan jiyana xwe ji dest da, di nav wan de hezar û 66 sivîl hene.

Rûsya destekê dide bejahiya bakurê Helebê û hêzên rejîmê jî destekê didin eniyên li bejahiya rojhilat û başûrê rojhilatê Idlibê, rojavayê bejahiya Helebê û taxên bajarê rojavayê Helebê.

(eh)


Mijarên Din