Tevî cezayên DYA’yê jî Erdogan israra kirîna petrola Îranê dike

Erdogan got ew ê li Îranê lêgerîna li petrol û gazê berdewam bikin û li dijî cezayên DYA’yê rawestin.

Sky Newsê ragihand ku Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku li New Yorkê bi rê ve çû, ji dezgehên çapemeniya Tirkiyê re got Tirkiye hesabê cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên di encama bazirganiya bi Îranê re nake, her wiha got Enqere naxwaze hevkariya bi Tehranê re rawestîne.

Serokê DYA’yê Donald Trump di sala derbasbûyî de ragihandibû ku Washington ji hevpeymana nukleer ku bi Îranê re hatiye mohrkirin vekişiyaye, her wiha ceza li dijî petrola Îranê birîne û bal kişandibû ser ku dewletên petrol û gaza Îranê bigirin, dê rastî cezayên DYA’yê werin. 

Berpirsên DYA’yê dibêjin ku ew fişarê li Tehranê dikin da ku sîstemên xwe yên nukleerî û moşkekan rawestîne û gefan li ewlehiya herêmê nexwe, ji ber vê yekê hewldana hawirdekirina petrola Îranê dikin.

Beriya niha wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Fatih Donmez bi bîr xistibû ku welatê wî dê li gorî hevpeymana demdirêj, kirîna gaza Îranê berdewam bike.

DYA`yê 8 dewlet ji cezayên li dijî Îranê hatine birîn, bê par kiribûn ku ew jî ev in; Çîn, Yewnanistan, Hindistan, Îtalya, Koreya başûr, Taywan û Tirkiye. Tê zanîn ku ev jî heta 6 mehan bû û di 2’yê Gulanê de bi dawî bûbû.

Tirkiye bi rêya komeke ji bankan û şîrketan ku destekê didin Wezareta Parastinê ya Îranê û Artêşa Pasdaran a Îranê, cezayên li dijî Îranê binpê dike.

(eh)

 


Mijarên Din