Tevî ambargoya dijwar Şaredariya Gel a Helebê gelek proje pêk anîn

Tevî ambargoya dijwar a hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, Şaredariya Gel bi hemû derfetên xwe hewl dide rewşa xizmetguzariyê digel astengiya dabînkirina pêdiviyên bingehîn, baş bike.

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hemû derfetên xwe ji bo binesaziya wêrankirî bi kar tîne.

Li ser vê yekê, şaredariyê gelek projeyên demkî yan jî çareseriyên lezgîn pêşkêş kirin da ku pêdiviyên xizmetguzarî yên herêmê pêk bînin, ji wan jî projeya xetên avê, çêkirina rêyan û sererastkrina kanalîzasyonan.

ŞAREDARIYÊ AV GIHAND ZÊDETIRÎ 2 HEZAR MAL

Şêniyên 7 komînên li taxa Şêxmeqsûd azarên qutbûna avê ji ber gelek hêmanan dikişînin, ji wan jî; nebaşiya xetên avê, xerabbûna gelek nuqteyên binesaziyan di encamên êrişên beriya salan de.

Ji bo bersivdana giliyên şêniyan, nivîsgeh û endamên şaredariya gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dest bi projeya başkirina xetên avê yên sereke kir û bi dirêjahiya 300 metre xeta avê çêkir û gihandina avê ji malan re baş kir.

Li gorî endamê rêveber ê nivîsgeha pîşeyî ya şaredariyê Mezlûm Mihemed, heke plana berê bi bin ket, wê demê planeke altarnetîf li gel şaredariyê heye, ew jî amadekirina 3 bîrên avê ye. Ava wan bîran hat testkirin û ji vexwarinê re baş e. Dê ji wan bîran avê bigihînin malên ku av nagihînin wan û dê bi wê re pirsgirêk ji binî ve were çareserkirin.

Ji şaredariyê re gelek sîtêr hatin veqetandin ku avê bi buhayeke guncaw li şêniyan belav bikin, da ku pêdiviyên xwe pêk bînin û li pêş keysbazkirina belavkirina avê bi buhayekî zêde bisekinin.

MEHANE 400 METRE JI KANALÎZASYONAN TÊ PAQIJKIRIN

Mezlûm Mihemed da zanîn ku di dema serweriya hikuemta Şamê de binesazî hatibû paşguhkirin. Li kêlek wê jî roleke mezin a êrişên di xerabkirina wê de hebû. Lê niha şaredarî li gorî derfetên heyî kanalîzasyonan sererast dike.

Girêdayî vê Mihemed wiha got: "Di vê merheleyê de guhartina xetên kanalîzasyonê yan jî berfirehkirina wan ne pêkan e. Ji ber lêçûna wan pir zêde ye. Ji lew re me dest bi paqijkirin û sererastkirina van xetan kiriye û em niha mehane û li gorî pêdiviyan nêzî 400 metre paqij dikin."

Mihemed da zanîn ku wan projeyeke altarnetîf a kanalîzasyonê ji bo sala 2022’yan daye pêş xwe, ger li ser projeyê hat erêkirin dê yekser dest pê bikin.

AMADEKARIYÊN PÊŞWZÎKIRINA ZIVISTANÊ

Têkildarî amadekariyên pêşwazîkirina zivistanê, şaredarî 25 rîgarên nû li tevahî kolanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vedike, da ku ava baranê tê re biherike.

Li rex wê jî, şaredariyê bernameya qîrkirina (ziftkirina) 5 kîlometre ji rêyan û pînekirina hin rêyên dîtir li gorî daxwazên rêveberiya trafîkê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daye pêş xwe.

Her wiha şaredarî niha parkekê ji bo şêniyan li herêma Cebanat li beşa rojhilatê Şêxmeqsûd ava dike.

Têkildarî astengiyên li pêşberî xebatên şaredariyê, Mezlûm Mihemed wiha anî ziman: "Kêmbûna erebeyan li pêş xebatên xizmetguzariyê dibin asteng, li kêlek wê jî kêmbûna sotemeniyê û madeyên sereke hene."

Mihemed li dawiyê bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re ji bo paqijgirtina hawirdora taxê bibin alîkar û têkildarî pirsgirêkan agahiyê bidin şaredariyê ku çareser bike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din